Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Jinên Pîr Wek Diya Xwe û Jinên Ciwan Wek Xwişkên Xwe Hesab Bike

Jinên Pîr Wek Diya Xwe û Jinên Ciwan Wek Xwişkên Xwe Hesab Bike

Nivîsarên Pîroz me teşwîq dikin ku em kesên kal û pîr wek dê û bavên xwe û kesên ciwan wek xwişk û birayên xwe bibînin (1. Tîmotêyos 5:1, 2 bixwîne). Bi xisûsî muhîm e ku bira qedrê xwişkan bigirin.

Gerek bira tu car bi xwişkekê re flort neke û wê aciz neke (Ey 31:1). Birayekî azib gerek bi hîsên xwişkeke azib ve nelîze.

Gava xwişk pirsan dipirsin yan bala rîspiyan dikişînin ser meseleyekê, gerek ew bi nezaket guh bidin. Gerek rîspî bi xisûsî qedrê xwişkên azib û xwişkên bî bigirin (Rt 2:8, 9).

LI VÎDEOYA HIZKIRINA KU TU CAR KUTA NABE CIVATÊDA BIDINE KIFŞÊ; HINDAVA JINEBIYA Û ÊTÎMA (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Xwişk û birayan çawa hezkirina xwe ji xwişka Myint re eyan kir?

  • Hezkirina civatê çawa ji xelkê gund re bû şahidiyeke baş?

  • Hezkirina civatê çawa li ser qîzên xwişka Myint tesîr kir?

Gelo tu çawa dikarî hezkirina xwe ji xwişkên li civata xwe eyan bikî?