WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Gelo Tu li Cewabên Duayên Xwe Digerî?
Kitêba Pîroz behsa gelek duayan dike, yên ku ji aliyê Yehowa ve hatibûn bersivandin. Gava xizmetkarên Xwedê didît ku Yehowa çawa guh dide xemên wan û alî wan dike, baweriya wan bê şik qewîtir dibû. Loma, wê baş be ku em di duayên xwe de daxwazên xwe bi zelalî bibêjin û paşê pê derxin ku cewaba Yehowa çi ye. Ji bîr neke ku cewaba wî dikare ji daxwaza me cuda be yan jî zêde be (2Kr 12:7-9; Ef 3:20). Eger em dua bikin …
-
Yehowa dikare qewet, hizûr û baweriyê bide me, da ku em karibin serî bi problemekê re derxînin (Flp 4:13).
-
Yehowa dikare hîkmetê bide me, da ku em karibin qerarên baş bidin (Aq 1:5).
-
Yehowa dikare xwestin û qeweta me zêde bike, da ku em karibin bikevin hereketê (Flp 2:13).
-
Yehowa dikare hizûrê bide me, da ku em endîşe nekin (Flp 4:6, 7).
-
Yehowa dikare bi destê kesên din alî me bike (1Yh 3:17, 18).
-
Yehowa dikare alî kesên ku me di heqê wan de dua kir, bike (Kar 12:5, 11).
LI VÎDEOYA YEHOWA ‘DUAYA DIBIHÎZE’ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Eger siheta me îznê nade ku em gelek tiştan bikin, serpêhatiya birayê Şîmîzû çawa dikare me teşwîq bike?
-
Em çawa dikarin birayê Şîmîzû ji xwe re bikin emsal?