WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Tu Dikarî di Malbatê de Dilxweşiyê Zêde Bikî
Yehowa dixwaze ku malbat dilxweş bin (Zb 127:3-5; Wz 9:9; 11:9). Lê belê, ji ber problemên vê dinyayê û qisûrên ferdên malbatê, dilxweşiya malbatê dikare xera bibe. Her kesî di malbatê de dikare çi bike ku dilxweşî zêde bibe?
Mêr gerek qedrê jina xwe bigire (1Pt 3:7). Ew wextê pê re derbas dike. Ew maqûl e û sînorên jina xwe dizane. Mêr ji bo hemû tiştên ku jina wî ji bo wî û malbatê dike, şikirdariya xwe nîşan dide (Kl 3:15). Ew ji jina xwe re dibêje ku ew jê hez dike û pesnê wê dide (Mtl 31:28, 31).
Jin tim destekê dide mêrê xwe (Mtl 31:12). Ew bi ya mêrê xwe dike û bi wî re hevkariyê dike (Kl 3:18). Ew bi mêrê xwe re bi nermî xeber dide û navê wî li ber xelkê reş nake (Mtl 31:26).
Dê û bav wextê bi zarokên xwe re derbas dikin (5Mû 6:6, 7). Ew ji wan re dibêjin ku ew ji wan hez dikin (Mt 3:17). Ew zarokên xwe bi hezkirin û fehmdariyê terbiye dikin (Ef 6:4).
Zarok guh didin dê û bavê xwe û qedrê wan digirin (Mtl 23:22). Ew dilê xwe ji dê û bavê xwe re vedikin. Zarok terbiyeya dê û bavê xwe qebûl dikin û hurmetê didin wan (Mtl 19:20).
LI VÎDEOYA DI MALBATÊ DE DILXWEŞIYÊ ZÊDE BIKE TEMAŞE BIKE Û CEWABA VÊ PIRSÊ BIDE:
Her kesî çi kir ku dilxweşiya malbatê zêde bibe?