Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Îlon 2023: Kampanyaya Xisûsî ya ji bo Îlankirina Padîşahiya Xwedê

Îlon 2023: Kampanyaya Xisûsî ya ji bo Îlankirina Padîşahiya Xwedê

Di meha Îlonê de, emê Padîşahiya Xwedê bi destê kampanyayeke xisûsî îlan bikin, çimkî tenê Padîşahiya Xwedê dikare hemû problemên mirovan hel bike (Mt 24:14). Em çawa dikarin destekê bidin vê kampanyayê? Di wê mehê de, heta ku ji destê te tê ayeteke di heqê Padîşahiya Xwedê de ji mirovan re nîşan bide. Eger kesek bixwaze zêdetir melûmatan bistîne, çapa umûmî ya Birca Çavdêriyê No. 2 2020 bide wî. Paşê, vî kesî zû ziyaret bike û eger mumkin be, bi destê broşûra Heta bi Hetayê Dilşad Be! dest bi kursa Kitêba Pîroz bike. Di wê mehê de, pêşengên alîkar dikarin yan 15 yan jî 30 saet xizmet bikin.

Di demeke nêzîk de, Padîşahiya Xwedê wê hemû dijminên xwe helak bike (Dn 2:44; 1Kr 15:24, 25). Loma, bila em vê fersenda xisûsî rind bi kar bînin û nîşan bidin ku em destekê didin Yehowa û Padîşahiya wî!