Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Ji bo Sala Xizmetê ya Nû Hedefên Te Çi ne?

Ji bo Sala Xizmetê ya Nû Hedefên Te Çi ne?

Gava em hedefên ruhî datînin pêşiya xwe, em pir xîret dikin ku ji Yehowa re zêde xizmetê bikin û dilê wî xweş bikin. Hedefên ruhî alî me dikin ku em ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin, û hêja ye ku em ji bo wan wext û qeweta xwe xerc bikin (1Tîm 4:15). Çima baş e ku em carinan li ser hedefên xwe bifikirin? Çimkî hal û rewşa me diguhere. Belkî hedefek li gor rewşa me êdî ne maqûl e, yan em êdî gihîştin hedefa xwe û gerek em hedefeke nû deynin pêşiya xwe.

Berî ku sala xizmetê ya nû dest pê bike, wê baş be ku em li ser hedefên xwe bifikirin. Hûn dikarin di îbadeta malbatê de li ser wan sohbetê bikin û hedefên şexsî û malbatî deynin ber çavê xwe.

Di van waran de hedefên te çi ne? Tu çawa dikarî bigihîjî van?

Xwendina Kitêba Pîroz, lêkolîna şexsî, çûyîna civînan, dayîna cewaban (w02-E 15/6 15 par. 14-15).

Belavkirina mizgînê (w23.05 27 par. 4-5).

Sifetên baş (w22.04 23 par. 5-6).

Tiştekî din: