Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Hezkirina Dilsoz a Yehowa ji Xwe re Bike Emsal

Hezkirina Dilsoz a Yehowa ji Xwe re Bike Emsal

Yehowa di warê hezkirina dilsoz de emsala herî baş e (Zb 103:11). Ev hezkirin ne hîseke wisa ye ku zû derbas dibe. Hezkirina dilsoz hezkirina kûr û daîmî ye. Yehowa ev sifet bi gelek awayan ji Îsraêliyan re nîşan dida. Wî ew ji koletiya Misrê azad kirin û ew anîn Welatê Sozdayî (Zb 105:42-44). Wî ji bo xelkê xwe şer dikir, û gava wan guneh dikir, wî dîsa û dîsa gunehên wan efû dikirin (Zb 107:19, 20). Gava em li ser hezkirina dilsoz a Yehowa difikirin, ev yek dilê me xurt dike ku em wî ji xwe re bikin emsal (Zb 107:43).

LI VÎDEOYA “BAŞ BALA XWE BIDE HEZKIRINA DILSOZ A YEHOWA” TEMAŞE BIKE Û CEWABA VAN PIRSAN BIDE:

  • Em çawa dikarin hezkirina dilsoz nîşan bidin?

  • Ji bo ku em hezkirina dilsoz nîşan bidin, çima lazim e em fedakariyan bikin?