Here Naverokê

Here naverokê

Kokkinakis v. Greece: Droit réservé

Rêza jor: West Virginia State Board of Education v. Barnette; Kokkinakis v. Greece; Rêza jêr: Cha and Others v. South Korea; Taganrog LRO and Others v. Russia

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

“Parastin û Rastderxistina” Xebera Xêrê

“Parastin û Rastderxistina” Xebera Xêrê

Gava muxalifan hewl dida ku îşê avakirina perestgehê bidin sekinandin, Îsraêliyan xîret kir ku ji aliyê hukûmetê ve îznê bistînin ku dewam bikin (Esr 5:11-16). Îro jî, xizmetkarên Yehowa hewl didin ku heqê belavkirina xebera xêrê ji aliyê hukûmetê ve were parastin (Flp 1:7). Ji bo vê yekê, di sala 1936an de li merkeza cîhanî Departmaneke Hiqûqî hatiye avakirin. Îro, Departmana Hiqûqî ya li Merkeza Cîhanî ji bo parastina îşê Padîşahiyê mesûl e. Gelo vê departmanê ji bo îşê Padîşahiyê û xizmetkarên Xwedê çi kir?

LI VÎDEOYA DEPARTMANA HIQÛQÎ YA LI MERKEZA CÎHANÎ NAS BIKE TEMAŞE BIKE Û CEWABA VAN PIRSAN BIDE:

  • Şahidên Yehowa rastî çi problemên hiqûqî dihatin?

  • Em çawa ji aliyê hiqûqî ve bi ser ketin? Mîsalekê bide

  • Em hemû dikarin ji bo “parastin û rastderxistina” xebera xêrê çi bikin?

  • Li ser malpera me xeberên der heqê daweyên Şahidên Yehowa de û lîsteyeke xwişk û birayên me yên ku ji ber baweriya xwe di hebsê de ne, hene. Ev melûmat di malpera me de li ku derê tên dîtin?