Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Ew Pir Kedê Didin ku ji Me re Xizmetê Bikin

Ew Pir Kedê Didin ku ji Me re Xizmetê Bikin

Çavdêrên herêmê û jinên wan ji me re bi hezkirineke fedakar xizmetê dikin. Ew jî mirovên wek me ne, hewcedariyên wan ên şexsî hene û carinan ew jî diwestin, dilteng dibin û xeman dikişînin (Aq 5:17). Dîsa jî, ew her hefte civateke din ziyaret dikin û bala xwe didin vê yekê ku xwişk û birayan teşwîq bikin. Çavdêrên herêmê bi rastî “du qat hêjayî siyanetê” ne (1Tîm 5:17).

Berî ku Pawlosê şandî civata Romayê ziyaret kir, wî ji xwe re kir hedef ku “diyariyeke ruhanî” bide xwişk û birayan û dilê wan ava bike (Rm 1:11, 12). Tu çawa dikarî çavdêrê herêmê û jina wî teşwîq bikî?

LI VÎDEOYA JIYANA ÇAVDÊREKÎ HERÊMÊ LI GIRAVÊN BREZÎLÊ TEMAŞE BIKE Û CEWABA VAN PIRSAN BIDE:

  • Çavdêrên herêmê û jinên wan ji civatê re hezkirina fedakar çawa nîşan didin?

  • Te şexsî ji ked û xîreta wan çawa feyde dîtiye?

  • Em çawa dikarin dil bidin wan?