Here Naverokê

Here naverokê

Agahdariya ji bo temaşevanên komcivînê

Agahdariya ji bo temaşevanên komcivînê

WEZÎFEDARÊN CIVÎNÊ Ji bo parkkirina erebeyan, çûn û hatin, veqetandina cihên rûniştinê û mijarên din, ji kerema xwe re guh bide rêberiya wezîfedaran.

BINAVBÛN Cihên rûniştinê yên ji bo kesên ku wê bên binavkirin wê li rêzên pêşîn ên li ber sehneyê bên veqetandin. Wê baş be ku kesên ku wê bên binavkirin li wê derê rûnin berî ku gotara binavbûnê li sibeha roja Şemiyê dest pê bike. Ji bo binavbûnê, gerek ew ji xwe re pêjgîr û kincên mutewazî bînin.

BEXŞÊN BIDIL Ji bo ku em ji vê komcivînê kêfê bistînin û nêziktirî Yehowa bibin, ji bo cihên rûniştinê, sîstemên deng û vîdeoyê û gelek tiştên din pir pere tê xerckirin. Bexşên te wê ji bo van mesrefan û ji bo îşê cîhanî bên xebitandin. Di salonê de, qutiyên bexşan hene. Ji bo bexşên elektronîk, here donate.pr418.com. Koma Rêberiyê ji te re spas dike ku tu bi bexşên xwe piştgiriya îşê Padîşahiya Xwedê dikî.

ALÎKARIYA PÊŞÎN Ji kerema xwe re ji bîr neke ku alîkariya pêşîn tenê ji bo halên acîl e.

EŞYAYÊN WINDABÛYÎ Wê baş be ku hemû eşyayên windabûyî ji Departmana Eşyayên Windabûyî re bên teslîmkirin. Eger te tiştek winda kiribe, here vê departmanê û bipirse ka eşyayên te li wê derê ne yan na. Eger zarokekî dê û bavê xwe winda kiribe, ji kerema xwe re wî bibe vê departmanê. Ji bo ku tu kes nekeve stresê, li zarokên xwe rind binêre û wan tenê nehêle.

CIHÊN RÛNIŞTINÊ Ji bîr neke ku tenê ji bo malbata xwe, ji bo kesên ku tevî te seyahat dikin yan ji bo kesên ku tu tevî wan kursa Kitêba Pîroz îdare dikî cih veqetîne. Ji kerema xwe re eşyayên xwe daneyne ser cihên ku te ji xwe re veneqetandine.

XIZMETA DILXWAZ Eger tu dixwazî li komcivînê di xizmeta dilxwaz de bixebitî, here Departmana Agahdarî û Xizmeta Dilxwaz.

Ji aliyê Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa ve tê sazkirin

© 2023 Watch Tower Bible and Tract Society of PA

© Wachtturm Bibel- und Traktat-Gesellschaft der Zeugen Jehovas, e.V., Selters/Ts.