Here Naverokê

Here naverokê

DERS 2

Xwedê Mêr û Jina Pêşîn Çêkirin

Xwedê Mêr û Jina Pêşîn Çêkirin

Yehowa li cihê ku jê re Aden hat gotin baxçeyek çêkir. Di nav vî baxçeyî de gelek dar, kulîlk û heywan hebûn. Piştre Xwedê zilamê pêşîn Adem çêkir. Wî ew ji axê çêkir û pifî pozê wî kir. Tu dizanî çi bû? Adem dest bi jiyanê kir! Yehowa ji Adem xwest ku ew li baxçe binêre û navan li hemû heywanan bike.

Yehowa emrekî muhîm da Adem. Wî ji Adem re got: ‘Tu dikarî ji fêkiya her darê bixwî. Lê gerek tu tenê ji dareke xisûsî nexwî. Gava tu jê bixwî, tuyê bimirî.’

Piştre Yehowa got: ‘Ezê ji Adem re alîkarekê çêkim.’ Wî Adem kir xeweke giran. Piştre Xwedê ji parsûyekî Adem jinek jê re çêkir. Navê wê Hewa bû. Bi vî awayî, malbata pêşîn hat avakirin. Gava Adem jina xwe dît pir kêfxweş bû. Wî got: ‘Ka binêrin! Yehowa ji parsûyekî min jinek çêkir! Dawiya dawî ew jî wek min e.’

Yehowa ji Adem û Hewayê re got gerek ew zarokan çêkin û dinyayê tije bikin. Wî dixwest ku ew bi kêfxweşî bi hev re kar bikin û temamiya dinyayê wek baxçeyê Adenê bikin cenet. Lê gelo her tişt çima wisa çênebû? Emê di beşa din de bibînin.

“Yê ku ew çêkirine di destpêkê de ew wek jin û mêr çêkirin” (Meta 19:4).