Qisim 3 Pêşgotin
Kitêba Pîroz behsa tenê hinek kesan dike ku di salên piştî Tofanê de ji Yehowa re xizmet dikir. Yek ji wan kesan Birahîm bû. Ew wek dostê Yehowa dihat naskirin. Çima ji wî re dostê Yehowa dihat gotin? Eger zarokên we hebin, alî wan bikin ku ew vê yekê fehm bikin: Yehowa ji wan hez dike û dixwaze alî wan bike. Wek Birahîm, Lût, Aqûb û zilamên din, em jî dikarin bi dilekî rehet alîkariyê ji Yehowa bixwazin. Em dikarin bawer bikin ku Yehowa hemû sozên xwe tîne cih.
IN THIS SECTION
DERS 7
Birca Babîlê
Hinek mirovan qerar da ku bajarekî ava bikin û birceke ku serê wê digihîje heta ezmanan çêkin. Xwedê çima ji nişka ve wisa kir ku ew bi zimanên cuda bipeyivin?
DERS 8
Birahîm û Sarayê Guh Da Xwedê
Birahîm û Sarayê çima jiyana xwe ya rehet hişt û wek koçer li welatê Kenanê dijiyan?
DERS 9
Dawiya Dawî Kurekî Wan Çêbû!
Xwedê soza ku dabû Birahîm çawa anî cih? Gelo ev soz bi destê Îshaq an Îsmaîl pêk hat?
DERS 10
Jina Lût Bînin Bîra Xwe
Xwedê agir û kewkurd li ser Sodom û Gomorayê barandin. Çima ev bajar hatin wêrankirin? Çima gerek em jina Lût bînin bîra xwe?
DERS 11
Îmana Birahîm Tê Ceribandin
Xwedê ji Birahîm re got: ‘Ji kerema xwe re kurê xwe yê yekta bibe û wî li ser çiyayekî li Moriyayê bike qurban.’ Gelo Birahîm di vê ceribandinê de çawa îmana xwe nîşan da?
DERS 12
Aqûb Mîrasê Distîne
Kurên Îshaq û Rebekayê yên cêwî çêbûn. Navên wan Esaw û Aqûb bûn. Ji ber ku Esaw pêşîn ji dayik bû, heqê wî hebû ku mîraseke taybet bistîne. Çima wî ev heqê xwe ji bo sênîkeke xwarinê da?
DERS 13
Aqûb û Esaw di Nav Xwe de Aştiyê Çêdikin
Aqûb ji bo ku bereketa Yehowa bistîne çi kir? Aqûb û Esaw çawa li hev hatin?