Here Naverokê

Here naverokê

DERS 12

Aqûb Mîrasê Distîne

Aqûb Mîrasê Distîne

Gava Îshaq 40 salî bû, ew bi Rebekayê re zewicî. Wî pir ji wê hez dikir. Piştî demekê, du kurên wan ên cêwî çêbûn.

Navê yê mezin Esaw û yê biçûk jî Aqûb bû. Esaw ji jiyana li derve hez dikir. Ew nêçîrvanekî jêhatî bû. Lê Aqûb hez dikir ku li malê bimîne.

Di zemanên berê de gava di malbatê de bav dimir, mal, erd û pere herî zêde ji kurê mezin re diman. Ji vê re mîras dihat gotin. Di malbata Îshaq de, di nav vê mîrasê de sozên ku Yehowa dabûn Birahîm jî hebûn. Esaw qîmet nedida van sozan, lê Aqûb dizanibû ku ev sozên Xwedê pir muhîm in.

Rojekê Esaw piştî nêçîreke dirêj hat malê. Ew pir westiyayî bû. Aqûb xwarin çêdikir. Bêhna vê xwarina xweş çû Esaw. Esaw ji Aqûb re got: ‘Ez dikim ji birçînan bimirim! Ji vê xwarina sor hinekî bide min!’ Aqûb got: ‘Ezê bidim te, lê pêşî soz bide min ku tuyê mîrasa xwe bidî min.’ Esaw got: ‘Mîras ne xema min e! Bila ji te re be. Ez tenê dixwazim bixwim.’ Li gor te, gelo ev tiştê ku Esaw kir tiştekî baş bû? Na, ne baş bû. Esaw tiştekî pir biqîmet ji bo sênîkeke xwarinê da.

Îshaq pir kal bûbû. Êdî wext hatibû ku bereketê bide kurê xwe yê mezin. Lê Rebekayê alî kurê xwe yê biçûk Aqûb kir ku ew bereketê bistîne. Gava Esaw bi vê yekê hesiya, ew pir qehirî û bi hêrs ket. Wî qerar da ku birayê xwe bikuje. Îshaq û Rebekayê dixwest Aqûb biparêzin, îcar wan jê re got: ‘Here cem birayê diya xwe Laban. Heta bêhna birayê te fireh bibe, li wir bimîne.’ Aqûb guh da şîreta dê û bavê xwe. Ji bo ku canê xwe xelas bike, reviya û çû wê derê.

“Eger mirovek temamiya dinyayê bi dest bixe, lê jiyana xwe winda bike, ma çi feydeya wî heye? Gelo mirov dikare çi bide ku jiyana xwe bi dest bixe? (Marqos 8:36, 37).