Here Naverokê

Here naverokê

DERS 13

Aqûb û Esaw di Nav Xwe de Aştiyê Çêdikin

Aqûb û Esaw di Nav Xwe de Aştiyê Çêdikin

Yehowa soz da Aqûb ku ewê wî wek Birahîm û Îshaq biparêze. Aqûb li bajarê Haranê ma û li wê derê zewicî. Niha malbateke wî ya mezin hebû û ew pir dewlemend bû.

Piştî demekê Yehowa ji Aqûb re got: ‘Vegere welatê xwe.’ Ji ber vê yekê, Aqûb û malbata wî ketin rêyeke dûr û dirêj. Di rê de xulamên Aqûb hatin cem wî û wan ji wî re got: ‘Birayê te Esaw tê û 400 zilam bi wî re ne!’ Aqûb tirsiya ku Esaw tiştekî bîne serê wî û malbata wî. Wî ji Yehowa re dua kir: ‘Ji kerema xwe re min ji destê birayê min biparêze.’ Roja din Aqûb gelek mî, bizin, çêlek, deve û ker wek diyarî ji birayê xwe re şandin.

Wê şevê wexta ku Aqûb bi tena serê xwe bû, wî melekek dît! Melek bi wî re gulaş girt. Wan heta serê sibê gulaş girt. Aqûb birîndar bû, lê dîsa jî wî dev ji melek berneda. Melek got: ‘Min berde ez herim.’ Lê Aqûb got: ‘Heta ku tu min bibereket nekî, ez te bernadim.’

Dawiya dawî melek Aqûb bibereket kir. Niha Aqûb dizanibû ku Yehowa bi wî re ye û nahêle ku Esaw tiştekî bîne serê wî.

Piştî ku roj hat hilatin, Aqûb ji dûr ve birayê xwe Esaw û 400 zilamên wî dîtin. Aqûb li pêşiya malbata xwe çû û heft caran serê xwe li ber birayê xwe tewand erdê. Esaw baz da cem Aqûb û ew hembêz kir. Her du bira bi dilşewatî bi hev re giriyan û li hev hatin. Tu çi difikirî, gava Yehowa dît ku Aqûb ev mesele çawa safî kir, gelo Yehowa ev yek çawa dît?

Piştre Esaw vegeriya mala xwe. Aqûb jî di rêya xwe de çû. 12 kurên Aqûb hebûn. Navên wan Rûbên, Şîmûn, Lêwî, Cihûda, Dan, Neftelî, Gad, Aşêr, Îssexar, Zebûlon, Ûsiv û Benyamîn bûn. Yehowa yek ji wan, yanî Ûsiv bi kar anî ku miletê xwe xelas bike. Tu dizanî çawa? Ka em binêrin.

“Ez ji we re dibêjim: Bi dewamî ji dijminên xwe hez bikin, û ji bo yên ku zilmê li we dikin, dua bikin. Bi vî awayî hûn nîşan didin ku hûn zarokên Bavê xweyî ezmanî ne” (Meta 5:44, 45).