Here Naverokê

Here naverokê

DERS 22

Mucîzeya li Behra Sor

Mucîzeya li Behra Sor

Gava Fîrawûn bihîst ku Îsraîlî ji Misrê derketine, ew poşman bû ku wî ew berdan. Wî emir da eskerên xwe: ‘Hemû erebeyên şer hazir bikin. Em li pey wan bikevin! Wey me çi kir? Gerek me ew bernedana.’ Îcar ew û zilamên xwe li pey Îsraîliyan ketin.

Yehowa rêberiya xelkê xwe dikir. Wî bi roj bi ewrekî û bi şev jî bi agirekî rê nîşanî wan dida. Wî ew heta Behra Sor birin û ji wan re got ku bila ew konên xwe vedin.

Piştre Îsraîliyan dît ku Fîrawûn û eskerên wî li pey wan tên. Îsraîlî di navbera Behra Sor û ordiya Misrê de asê man. Wan ji Mûsa re got: ‘Te çi anî serê me! Emê li vir bimirin! Xwezî te em ji Misrê dernexistana.’ Lê Mûsa got: ‘Netirsin. Bisekinin û binêrin ku Yehowa wê me çawa xelas bike.’ Mûsa bi rastî baweriya xwe bi Yehowa dianî, ma ne wisa ye!

Yehowa emir da Îsraîliyan ku ew konên xwe bidin hev. Wê şevê Yehowa cihê ewr guhert û ew kir navbera eskerên Misrê û xelkê Îsraîl. Li aliyê Misriyan tarî bû. Lê li aliyê Îsraîliyan jî ronahî bû.

Yehowa ji Mûsa re got: ‘Destê xwe dirêjî ser behrê bike.’ Dûre Yehowa temamiya şevê bayekî pir xurt rakir. Behr bû du parçe û rêyeke ziwa çêbû. Ava behrê li çep û rastê ji wan re bû wek du dîwaran. Bi milyonan Îsraîlî li ser erdê ziwa meşiyan û derbasî aliyê din bûn.

Eskerên Fîrawûn li pey Îsraîliyan ketin. Piştre Yehowa di nav eskeran de tevlihevî derxist. Tekerên erebeyên wan ên şer ketin. Eskeran bi qîrînî gotin: ‘Gerek em ji vir birevin! Yehowa ji bo wan şer dike.’

Yehowa ji Mûsa re got: ‘Destê xwe dirêjî ser behrê bike.’ Di cih de dîwarên avê li ser Misriyan rijiyan. Fîrawûn û hemû zilamên wî mirin. Yek ji wan jî nefilitî.

Li aliyê din ê behrê, Îsraîliyan bi stranekê pesnê Xwedê dida. Wan digot: “Ji Yehowa re bistirên ji ber ku ew pir mezin e. Wî hesp û siwarên wan di nav behrê de xeniqandin.” Gava xelkê ev stran digot, jinan li erbaneyê dixist û direqisîn. Ji ber ku ew niha bi rastî azad bûn, her kes pir kêfxweş bû.

“Wisa ku em bi ewlehî bêjin: ‘Xudan alîkarê min e, Ez natirsim. Mirov wê çi bi min bike?’” (Îbranî 13:6, Mizgînî).