Here Naverokê

Here naverokê

DERS 16

Eyûb Kî Bû?

Eyûb Kî Bû?

Li welatê Ûsê zilamekî bi navê Eyûb hebû. Wî ji Yehowa re îbadet dikir. Ew yekî pir dewlemend bû û malbata wî pir mezin bû. Eyûb yekî dilrehm bû. Wî alî feqîran dikir. Wî alî jinên ku zilamên wan miribûn û zarokên ku dê û bavê wan tune bûn dikir. Eyûb tiştên ku rast bûn dikirin. Gelo ev yek dihat maneya ku tu carî bela wê neyên serê wî?

Eyûb nizanibû ku Îblîs Şeytan li wî mêze dike. Yehowa ji Îblîs re got: ‘Gelo te bala xwe daye xulamê min Eyûb? Li dinyayê kesekî wek wî tune ye. Ew guh dide min û ya rast dike.’ Îblîs cewab da: ‘Helbet Eyûb guh dide te. Tu wî diparêzî û bibereket dikî. Te mal û milk û heywan dane wî. Gava tu her tiştê wî jê bistînî, ewê êdî ji te re îbadetê neke.’ Yehowa got: ‘Tu dikarî wî biceribînî. Lê gerek tu wî nekujî.’ Yehowa çima hişt ku Îblîs Eyûb biceribîne? Yehowa dizanibû ku Eyûb wê ji wî re dilsoz bimîne.

Şeytan dest bi ceribandina Eyûb kir. Wî gelek bela anîn serê Eyûb. Pêşî wî mirovên ji miletê Sebayî şandin ku ga û kerên wî bidizin. Paşê agir bi pezên Eyûb ket û hemû pezên wî mirin. Komeke Kildaniyan jî deveyên wî dizîn. Xulamên ku li ber heywanan bûn jî hatin kuştin. Piştre belaya herî mezin hat. Gava zarokên wî bi hev re xwarin dixwar, xanî bi ser wan de ket. Hemû zarokên Eyûb mirin. Eyûb çi qas perîşan bû jî, wî dev ji îbadeta Yehowa berneda.

Îblîs dixwest Eyûb hê bêtir êşê bikişîne. Loma wî di her dera bedena Eyûb de birînên xerab derxistin. Eyûb êşeke pir giran dikişand. Wî nizanibû çima ev tişt hatin serê wî. Lê Eyûb dîsa jî ji Yehowa re îbadet dikir. Xwedê her tişt didît û ew ji Eyûb pir razî bû.

Piştre Şeytan sê kes şandin ku Eyûb biceribînin. Wan ji wî re got: ‘Bê guman te guneh kiriye û tu gunehê xwe vedişêrî. Ji bo vê yekê, Xwedê te ceza dike.’ Eyûb got: ‘Min tiştekî şaş nekiriye.’ Lê ew difikirî ku Yehowa ev bela anîne serê wî û neheqî lê kiriye.

Zilamekî ciwan ê bi navê Elîhû guh dida xeberdana wan. Dûre wî xeber da û got: ‘Tiştên ku hûn dibêjin ne rast in. Yehowa ji fehmkirina me mezintir e. Ew qet xerabiyê nake. Ew her tiştî dibîne û alî kesên ku di tengasiyê de ne dike.’

Paşê Yehowa bi Eyûb re peyivî. Wî got: ‘Dema ku min erd û ezman çêkirin tu li ku derê bûyî? Çima tu dibêjî ku ez neheqiyê li te dikim? Tu xeber didî, lê tu nizanî çima ev tişt çêdibin.’ Eyûb şaşiya xwe qebûl kir û got: ‘Ez şaş im. Heta niha min li ser te tenê bihîstibû, lê niha ez bi rastî te nas dikim. Tu dikarî her tiştî bikî. Ji ber tiştên ku min gotine min efû bike.’

Eyûb di van ceribandinan de dilsoz ma. Ji ber vê yekê, Yehowa siheta wî dîsa baş kir û ew ji berê zêdetir bibereket kir. Eyûb jiyaneke xweş û emrekî dirêj derbas kir. Çi qas zor bû jî, Eyûb guh dida Yehowa. Loma Yehowa ew xelat kir. Gelo tu jî dixwazî wek Eyûb çi bê serê te jî her tim ji Yehowa re îbadetê bikî?

“We ragirtina Eyûb bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir” (Aqûb 5:11, Mizgînî).