Here Naverokê

Here naverokê

DERS 20

Şeş Belayên Din

Şeş Belayên Din

Mûsa û Harûn çûn cem Fîrawûn ku vê xebera Xwedê ji wî re bibêjin: ‘Eger tu îznê nedî ku xelkê min here, ezê kermozan bişînim welatê te.’ Ji ber ku Fîrawûn nehişt ku ew biçin, komên mezin ên kermozan ketin malên Misriyan. Ha feqîr ha dewlemend ferqa wan tune bû. Temamiya welatê Misrê di bin kermozan de ma. Lê li herêma Goşenê ku Îsraîlî lê dijiyan kermoz tune bûn. Her sê belayên pêşîn tesîr li Îsraîliyan jî dikir, lê vê belaya çaran û belayên din zerar dida tenê Misriyan. Fîrawûn got: ‘Xelkê te dikare ji Misrê derkeve. Ji Yehowa rica bikin ku ew me ji van kermozan xelas bike.’ Lê gava Yehowa kermoz ji wan dûr xistin, Fîrawûn fikra xwe guhert. Gelo wê ew roj bihata ku Fîrawûn ji van belayan ders bistanda?

Yehowa got: ‘Eger Fîrawûn nehêle ku xelkê min here, heywanên Misriyan wê nexweş bikevin û bimirin.’ Roja din heywanên wan mirin. Lê heywanên Îsraîliyan nemirin. Dîsa jî Fîrawûn dev ji serhişkiya xwe berneda.

Piştre Yehowa ji Mûsa re got ku gerek ew dîsa here cem Fîrawûn û xweliya tifikê li ber çavê wî ber bi ezmanan ve hilbavêje. Xwelî bû toz û li Misrê li her derê belav bû. Ji ber vê tozê di bedena hemû Misriyan û heywanên wan de birînên bi êş derketin. Lê vê carê jî Fîrawûn îzin neda ku Îsraîlî biçin.

Yehowa dîsa Mûsa şand cem Fîrawûn ku vê xeberê bidê: ‘Gelo tu hê jî naxwazî xelkê min berdî? Sibê ezê zîpikan li welatê te bibarînim.’ Roja din Yehowa zîpik, birûsk û agir şandin. Ev bela belaya herî xerab bû ku heta niha li Misrê nehatibû dîtin. Ji xeynî herêma Goşenê, li her derê hemû dar û şînahî xera bûn. Fîrawûn got: ‘Ji Yehowa rica bikin ku ew vê belayê bisekinîne! Wê çaxê hûn dikarin herin.’ Lê gava ev bela sekinî, Fîrawûn wek her car fikra xwe guhert.

Piştre Mûsa got: ‘Niha kulî wê têkevin welatê te û hemû tiştên ku ji ber zîpikan mane wê bixwin.’ Bi milyonan kuliyan hemû tiştên ku li nav zeviyan û li ser daran jî mabûn xwarin. Fîrawûn got: ‘Ji Yehowa rica bikin ku ew kuliyan ji me dûr bixe.’ Îcar Yehowa ew ji kuliyan xelas kirin, lê Fîrawûn hê jî serhişk bû.

Yehowa ji Mûsa re got: ‘Tu destê xwe ber bi ezmanan ve dirêj bike.’ Hema di cih de ezman bi temamî reş û tarî bû. Misriyan nikaribû sê rojan ne tiştek ne jî kesek bidîta. Tenê li cihê ku Îsraîlî lê diman ronahî hebû.

Fîrawûn ji Mûsa re got: ‘Xelkê xwe bibe û here. Lê gerek heywanên we li vir bimînin.’ Mûsa got: ‘Gerek em heywanên xwe bi xwe re bibin. Emê wan ji Xwedayê xwe re bikin qurban.’ Fîrawûn pir qehirî û bi qîrînî got: ‘De ji ber çavê min herin! Eger ez te careke din bibînim, ezê te bikujim.’

“Hûnê dîsa ferqa di navbera kesên rast û xerab de fêm bikin. Hûnê hay ji wan kesan hebin ku xulamiya Xwedê dikin an na” (Maleyaxî 3:18).