Here Naverokê

Here naverokê

DERS 14

Xulamekî ku Guh Dida Xwedê

Xulamekî ku Guh Dida Xwedê

Ûsiv yek ji kurên biçûk ên Aqûb bû. Birayên wî yên mezin didît ku Aqûb ji hemû kurên xwe zêdetir ji Ûsiv hez dikir. Ji ber vê yekê, wan hesûdiya Ûsiv dikir û ew li ber çavê wan reş dibû. Gava Ûsiv çend xewnên ecêb dîtin, wî ji birayên xwe re behsa wan kir. Van xewnan nîşan dida ku rojekê ewê xwe li ber Ûsiv bitewînin. Wexta ku wan ev bihîstin, ew hê bêtir ji wî qehirîn!

Rojekê birayên Ûsiv li nêzîkî bajarê Şekemê li ber pez bûn. Aqûb meraq dikir ku kurên wî çawa ne. Ji ber vê yekê, wî Ûsiv şand cem wan. Gava wan ji dûr ve dît ku Ûsiv tê, wan ji hev re got: ‘Ka binêrin! Birayê ku xewn û xeyalan dibîne hat. Werin em wî bikujin!’ Wan ew girt û avêt bîreke kûr. Lê birayê wî Cihûda got: ‘Wî nekujin! Werin em wî wek kole bifiroşin.’ Loma wan Ûsiv bi bîst zîvî firot ticarên Mîdyanî ên ku diçûn Misrê.

Piştre birayên Ûsiv xiftanê wî xist nav xwîna bizinekê û ji bavê xwe re şand û ji wî re got: ‘Ma ev ne xiftanê kurê te ye?’ Gava Aqûb ev xiftan dît, ew fikirî ku heywanekî çolê Ûsiv kuştiye. Agir bi kezeba wî ket. Tu kesî nikaribû êşa dilê wî sivik bikira.

Gava ticar gihîştin Misrê, wan Ûsiv wek kole firot memûrekî muhîm ê bi navê Potîfar. Lê Yehowa bi Ûsiv re bû. Potîfar dît ku Ûsiv di karê xwe de jêhatî bû û yekî pêbawer bû. Piştî wexteke kin, wî Ûsiv kir serkarê mala xwe û her tiştê xwe da destê wî.

Jina Potîfar dît ku Ûsiv yekî xweşik û lihevhatî bû. Wê her roj ji Ûsiv dixwest ku ew pê re rakeve. Îcar Ûsiv çi kir? Wî daxwaza wê red kir û got: ‘Na! Ev şaş e. Efendiyê min bi min bawer dike û tu jina wî yî. Eger ez bi te re rakevim, ezê li dijî Xwedê guneh bikim!’

Rojekê Jina Potîfar zor da Ûsiv ku ew pê re rakeve. Wê bi kincên wî girt, lê Ûsiv xwe ji destê wê filitand û reviya û çû. Gava Potîfar hat malê, jina wî derew kir û got ku Ûsiv hicûmî wê kiriye. Potîfar pir bi hêrs ket û Ûsiv avêt hebsê. Lê Yehowa Ûsiv ji bîr nekir.

“Loma xwe di bin destê Xwedê yê hêzdar de nizim bikin, da ku di wextê xwe de we bilind bike” (1. Petrûs 5:6, Mizgînî).