Here Naverokê

Here naverokê

Nameya ji Koma Rêberiyê

Nameya ji Koma Rêberiyê

Xwendevanên Hêja!

Em xizmetkarên Yehowa ji Peyva wî, yanî ji Kitêba Pîroz hez dikin. Em bawer dikin ku Kitêba Pîroz ji aliyê tarîxê ve rast e, rêberiya herî baş dide me û îsbat dike ku Yehowa ji me hez dike (Zebûr 119:105; Lûqa 1:3; 1. Yûhena 4:19). Em ji dil dixwazin alî kesên din bikin ku ew rastiyên biqîmet ên ji Peyva Xwedê bielimin. Ji ber vê yekê, em kêfxweş in ku vê kitêba bi navê Dersên ji Kitêba Pîroz ji we re pêşkêş dikin. Ka em ji we re hinekî behsa vê kitêbê bikin.

Ev kitêb bi xisûsî ji bo zarokan hatiye hazirkirin. Lê ev kitêb ne tenê ji bo zarokan e. Bi destê vê kitêbê, em dikarin alî mezinan jî bikin ku ew Kitêba Pîroz nas bikin. Kitêba Pîroz kitêbeke ji bo her kesî ye. Ji bo me hemûyan bifeyde ye ku em bala xwe bidin dersên wê. Ev ders dikarin alî me bikin ku em bi rastî kêfxweş bibin.

Ev kitêb xwe dispêre serpêhatiyên ji Kitêba Pîroz û behsa tarîxa mirovan dike ku ji xuliqandinê ve dest pê kiriye. Gava ev kitêb hat hazirkirin, serpêhatiyên Kitêba Pîroz bi awayekî zelal û hêsan hatin nivîsandin. Heta ku mumkin bû, ev serpêhatî li gor tarîxa ku ew çêbûbûn hatin nivîsandin.

Ev kitêb ne tenê behsa serpêhatiyên Kitêba Pîroz dike. Gotin û resmên vê kitêbê alî me dikin ku em van serpêhatiyan li ber çavê xwe xeyal bikin û ji halê kesên ku tê de derbas dibin fehm bikin.

Di vê weşanê de tê dîtin ku Kitêba Pîroz çawa kitêbeke li ser mirovan e. Kitêba Pîroz behsa kesên ku guh dida Yehowa û kesên ku guh nedida wî dike. Ev weşan alî me dike ku em ji mîsalên wan bielimin (Romayî 15:4; 1. Korîntî 10:6). Di vê kitêbê de 14 qisim hene. Di destpêka her qismekî wê de hinek dersên ku em dikarin jê bistînin hatine nivîsandin.

Eger zarokên we hebin, hûn dikarin dersekê bi wan re bixwînin û li ser resiman xeber bidin. Paşê hûn dikarin ayetên Kitêba Pîroz bi hev re bixwînin. Alî zarokên xwe bikin ku gotinên Kitêba Pîroz çawa bi dersê ve girêdayî ne. Bi vî awayî, em dikarin alî mezinan jî bikin ku ew mijara Kitêba Pîroz nas bikin.

Em hêvî dikin ku ev weşan wê alî ciwan û mezinan jî bike ku ew ji Peyva Xwedê bielimin û dersên wê di jiyana xwe de bînin cih. Di netîceyê de, kesên dilrast jî dikarin têkevin nav malbata dilovan a Yehowa û jê re îbadetê bikin.

Birayên we,

Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa