DERS 09
Bi Alîkariya Duayê Nêzîkî Xwedê Bibe
Ji bo ku tu derdên xwe safî bikî, ma tu qet hewceyî şêwir, şîret û teseliyê bûyî? Gelo tu li cewabên pirsên xwe yên muhîm digerî? Gelo tu dixwazî kul û derdên xwe ji kesekî re bibêjî û dilê xwe rihet bikî? Gelo tu dixwazî nêzîkî Yehowa bibî? Di van hal û rewşan de, dua dikare alî te bike. Lê gerek em çawa dua bikin? Gelo Xwedê hemû duayan qebûl dike? Ji bo ku Xwedê duaya te qebûl bike, gerek tu çi bikî? Ka em binêrin Kitêba Pîroz çi dibêje.
1. Gerek em ji kê re dua bikin, û ji bo çi dua bikin?
Pêxemberên wek Nûh, Birahîm, Mûsa û Dawid ji Yehowa Xwedê re dua dikir. Mesela, Dawid pêxember wisa dua kir: “Duaya min bibihîze, ya Xudan” (Zebûr 143:1). Gava ku em ji Yehowa re dua dikin, em dostaniya xwe ya bi wî re xurt dikin.
Em dikarin hema ji bo her tiştî dua bikin. Ji bo ku Xwedê duaya me qebûl bike, gerek em tim li gor xwestina wî dua bikin. “Çaxê em tiştekî li gor daxwaza wî bixwazin, ew guhê xwe dide me” (1. Yûhena 5:14). Îsa Mesîh gotibû ku em dikarin ji bo çi dua bikin (Meta 6:9-13 bixwîne). Mesela, em dikarin ji bo derd û xemên xwe dua bikin. Wekî din, gerek em ji Xwedê re şikur bikin û jê bixwazin ku ew alî kesên din jî bike.
2. Gerek em çawa dua bikin?
Kitêba Pîroz ji me re dibêje: “Dilê xwe li ber wî [Xwedê] vekin” (Zebûr 62:8, Wergera Weşanên Do). Yanî gerek em ji dil dua bikin. Em dikarin bi deng yan jî bê deng di dilê xwe de dua bikin. Ne şert e ku em li ser piyan bisekinin, rûnin yan jî herin ser çokan. A herî muhîm ev e ku em di duaya xwe de qedrê Xwedê bigirin. Em kengê û li ku derê bixwazin, em dikarin dua bikin.
3. Xwedê çawa cewaba duayên me dide?
Yehowa vê yekê bi gelek awayan dike. Mesela, bi destê Peyva xwe, yanî Kitêba Pîroz. Xwendina Kitêba Pîroz “şehrezayiyê [hîkmetê] dide mirovê nezan” (Zebûr 19:7, Wergera Weşanên Do; Aqûb 1:5 bixwîne). Gava ku em rastî zor û zehmetiyan tên, Xwedê dikare hiş û dilê me rihet bike. Û ew dikare bi destê xizmetkarên xwe jî alîkariya me bike.
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Ji bo ku Xwedê ji duaya te razî be, gerek tu çawa dua bikî? Û dua çawa dikare alîkariya te bike?
4. Xwedê dixwaze ku em çawa dua bikin?
Em ji ku dizanin ku Xwedê duayên me qebûl dike yan na? VÎDEOYÊ vêxe.
Yehowa dixwaze ku em jê re dua bikin. Zebûr 65:2 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
-
Bi dîtina te, gelo Xwedê dixwaze ku tu jê re dua bikî? Tu çima wisa dibêjî?
Ji bo ku Xwedê guh bide duayên me, gerek em xîret bikin ku li gor gotinên wî bijîn. Mîka 3:4 û 1. Petrûs 3:12 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Ji bo ku Yehowa guh bide duayên me, gerek em çi bikin?
Di dema şer de, her du alî ji bo serketinê dua dikin. Gelo Xwedê duayên wisa qebûl dike?
5. Gerek em ji dil dua bikin
Hin mirov elimîne ku gerek ew tim û tim eynî duayan bibêjin, yan jî bi zimanekî ku ew fehm nakin, duayan bixwînin. Gelo Xwedê dixwaze ku em bi vî awayî jê re dua bikin? Meta 6:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Ji bo ku em di duayên xwe de tim û tim eynî gotinan nebêjin, gerek em çi bikin?
Her roj bifikire ku tu dikarî ji bo kîjan bereketan ji Xwedê re şikur bikî. Eger tu di heftiyekê de her roj wisa bikî, tuyê ji bo gelek tiştên cuda dua bikî û tim û tim eynî gotinan nebêjî.
6. Dua xelateke ji Xwedê ye
Di rojên xweş û di rojên reş de, dua çawa dikare dilê me xurt bike? VÎDEOYÊ vêxe.
Kitêba Pîroz soz dide ku dua dikare hiş û dilê me rihet bike. Filîpî 4:6, 7 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
-
Rast e, bi saya duayê carinan kul û derdên me safî nabin. Lê dîsa jî, dua çawa alî me dike?
-
Tu dixwazî di duayên xwe de ji Xwedê re çi bibêjî?
Hêjayî gotinê ye
Gotina “Amîn” tê maneya “Bila wisa be.” Ji rojên Kitêba Pîroz ve, di dawiya duayan de “Amîn” tê gotin (1. Dîrokan 16:36).
7. Ji bo duayê wexta xwe veqetîne
Carinan em ew qas zêde mijûl in ku em ji bîr dikin dua bikin. Ji bo Îsa Mesîh dua çi qas muhîm bû? Meta 14:23 û Marqos 1:35 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
-
Ji bo ku Îsa Mesîh wexta xwe ji bo duayê veqetîne, wî çi dikir?
-
Tu kengê ji bo duayê wexta xwe vediqetînî?
HINEK WISA DIBÊJIN: “Dua bi tenê tiştek e ku însan xwe pê rihet dike.”
-
Teyê çi bigota?
BI ÇEND GOTINAN
Duayên ji dil alî me dikin ku em nêzîkî Xwedê bibin. Duayên ji dil hiş û dilê me rihet dikin û hêz û qewetê didin me ku em dilê Xwedê xweş bikin.
Tu çi elimî?
-
Gerek em ji kê re dua bikin?
-
Gerek em çawa dua bikin?
-
Dua çawa alî me dike?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Cewabên pirsên li ser duayê bistîne.
“Cewabên Heft Pirsên li ser Duayê” (Birca Çavdêriyê, 1 Cotmeh 2010)
Çima muhîm e ku em dua bikin? Gerek em çawa dua bikin?
Li gor Kitêba Pîroz, gerek em ji kê re dua bikin?
“Ma Em Dikarin ji Kesên Muqedes re Dua Bikin?” (Meqaleya Înternetê)
Gelo muhîm e ku em kengê û li ku derê dua bikin? Ka li vê vîdeoyê mêze bike.