Here Naverokê

Here naverokê

DERS 23

Binavbûn Hedefeke Pir Xweş e!

Binavbûn Hedefeke Pir Xweş e!

Îsa Mesîh dielimand ku gerek şagirtên wî bin av bibin, yanî vaftîz yan imad bibin (Meta 28:19, 20 bixwîne). Gelo binavbûn çi ye? Û însan çawa dikare bigihîje vê hedefa pir xweş?

1. Binavbûn çi ye?

Peyva Yûnanî, ya ku wek “vaftîz” yan “imad” hatiye tercûmekirin, tê maneya ku kesek bi temamî dikeve bin avê, yanî “bin av dibe”. Mesela, wexta ku Îsa Mesîh bin av bû, ew ket bin avê, û dû re “ji avê derket” (Marqos 1:9, 10). Îro jî, gava ku Mesîhiyên heqîqî bin av dibin, ew bi temamî dikevin bin avê.

2. Binavbûn çi nîşan dide?

Dema ku kesek bin av dibe, ew ji her kesî re nîşan dide ku wî jiyana xwe bi temamî daye destê Yehowa Xwedê. Gelo însan çawa jiyana xwe dide destê Yehowa, yanî sonda xwedayînê dixwe? Berî binavbûnê, ew di duayeke şexsî de ji Yehowa re dibêje ku ew dixwaze heta bi hetayê ji Wî re xizmetê bike. Ew kes soz dide ku ewê her tim tenê ji Yehowa re îbadetê bike û berî her kesî guh bide wî. Wekî din, ew soz dide ku ewê êdî ne li gor xwestina xwe, lê her gav li gor gotin û elimandinên Îsa Mesîh hereket bike (Meta 16:24). Sonda xwedayînê û binavbûn rê vedikin ku însan bibe dostê Yehowa û dostê kesên ku jê re îbadetê dikin.

3. Ji bo ku tu bin av bibî, gerek tu çi bikî?

Eger tu bixwazî bin av bibî, gerek tu Yehowa baştir nas bikî û baweriya xwe ya bi wî xurttir bikî (Îbranî 11:6 bixwîne). Gava ku zanîna te kûrtir bibe û îmana te xurttir bibe, tuyê ji Yehowa bêtir hez bikî. Hingê însan dixwaze ji kesên din re behsa Yehowa bike û li gor qanûn û pîvanên wî bijî (2. Tîmotêyos 4:2; 1. Yûhena 5:3). Îcar însanê ku ‘bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve here, û bi her awayî li wî xweş bê,’ ewê ji dil bixwaze ku jiyana xwe teslîmî destê Xwedê bike û bin av bibe (Kolosî 1:9, 10). a

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Em dikarin ji binavbûna Îsa Mesîh çi bielimin? Em çawa dikarin ji bo vê gava muhîm haziriyê bikin?

4. Em ji binavbûna Îsa Mesîh çi dielimin?

Meta 3:13-17 bixwîne û bibîne ku Îsa Mesîh çawa bin av bû. Dû re li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gava ku Îsa Mesîh bin av bû, gelo ew zarokê dergûşê bû?

  • Îsa Mesîh çawa bin av bû? Ma li ser wî av hat reşandin?

Xwedê karekî taybet dabû Îsa Mesîh. Piştî binavbûna xwe, wî dest bi vî karê muhîm kir. Lûqa 3:21-23 û Yûhena 6:38 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Piştî ku Îsa Mesîh bin av bû, kîjan şixulî di jiyana wî de cihê herî muhîm digirt?

5. Tu dikarî bigihîjî vê hedefa xweş

Belkî tu difikirî ku sonda xwedayînê û binavbûn ji bo te zor e. Lê bi zeman re, gava ku tu bi pêş ve herî, tuyê ji dil bixwazî vê gava muhîm bavêjî. Ka bibîne ku hin kes çawa gihîştine vê hedefê. VÎDEOYÊ vêxe.

Yûhena 17:3 û Aqûb 1:5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çi alî me dike ku em ji bo binavbûnê hazir bin?

  1. Gava ku em sonda xwedayînê dixwin, em soz didin Yehowa ku em dixwazin ji wî re heta bi hetayê xizmetê bikin

  2. Bi binavbûna xwe, em ji her kesî re eşkere dikin ku me jiyana xwe daye destê Yehowa

6. Bi binavbûnê, em dibin ferdên malbata Yehowa

Gava ku em bin av dibin, em dibin ferdên malbata Yehowa. Ev malbat li seranserê cîhanê di yekîtiyê de ye. Erê rast e, Şahidên Yehowa ji gelek kok û miletên cuda tên, lê bîr û baweriyên wan yek in û ew li gor eynî qanûn û pîvanên exlaqê hereket dikin. Aqûb 2:23 û 1. Petrûs 2:17 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Binavbûn li ser dostaniya me ya bi Yehowa û xwişk û birayan re çawa tesîr dike?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez ji bo binavbûnê hê ne hazir im.”

  • Tu li ser binavbûnê çi difikirî? Gelo tu dixwazî bigihîjî vê hedefê?

BI ÇEND GOTINAN

Îsa Mesîh dielimand ku gerek şagirtên wî bin av bibin. Ji bo ku însan bigihîje vê hedefê, gerek ew îmana xwe ya bi Yehowa xurttir bike, li gor qanûn û pîvanên Wî hereket bike û jiyana xwe bi temamî bide destê Wî.

Tu çi elimî?

  • Binavbûn çi ye û çima muhîm e?

  • Binavbûn çi nîşan dide?

  • Berî ku însan jiyana xwe bide destê Yehowa û bin av bibe, gerek ew çi bike?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Vaftîz, yanî binavbûn, çi ye û çi nîne?

“Binavbûn Çi ye?” (Meqaleya Înternetê)

Ka bixwîne ku mirov çawa dikare bigihîje hedefa binavbûnê.

“Bi Saya Hezkirina Yehowa Here ber bi Binavbûnê” (Birca Çavdêriyê, Adar 2020)

Zilamek dibêje ku wî ne tenê li gor dilê xwe, lê li gor hişê xwe jî qerara binavbûnê dabû.

“Ez Îqna Bûm ku Rastî Çi ye” (Birca Çavdêriyê, 1 Sibat 2013)

Binavbûn çima hedefeke pir xweş e û mirov çawa haziriya xwe dike?

“Gelo Hewce Dike ku Ez Bin Av Bibim?” (Pirsên Ciwanan û Cewabên Maqûl, Cîld 2, beş 37)

a Eger kesek li gor dîn û îmaneke din vaftîz bûye, hukmê vê vaftîzê tune ye. Gelo çima? Çimkî ew dîn û îman rastiyên Kitêba Pîroz naelimînin. Loma, gerek ew kes dîsa li gor Kitêba Pîroz bin av bibe (Li Karên Şandiyan 19:1-5 û Ders 13 binêre.)