DERS 28
Şikurdariya Xwe ji Yehowa û Îsa Mesîh re Nîşan Bide
Gava ku hevalê te tiştekî pir xweş diyarî te dike, tu çi hîs dikî? Helbet tu pir şa dibî û şikurdariya xwe ji wî re nîşan didî. Ji nav hemû diyariyên ku me standine, diyariya ku Yehowa û Îsa Mesîh daye me, ya herî biqîmet e. Û ev diyarî jî fîdyeya Îsa Mesîh e. Gelo em çawa dikarin şikurdariya xwe ji Yehowa û Îsa Mesîh re nîşan bidin?
1. Em çawa dikarin şikurdariya xwe ji bo kirinên Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh nîşan bidin?
Kitêba Pîroz soz dide ku “her kesê ku baweriyê bi wî [Îsa Mesîh] bîne” dikare jiyana herheyî bistîne (Yûhena 3:16). Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin? Em dikarin baweriya xwe hem bi qerarên xwe hem jî bi hal û hereketên xwe nîşan bidin (Aqûb 2:17). Eger em îmana xwe bi gotin û kirinên xwe nîşan bidin, wê çaxê dostaniya me ya bi Îsa Mesîh û Bavê wî Yehowa re wê xurttir bibe (Yûhena 14:21 bixwîne).
2. Di kîjan roja taybet de, em dikarin şikurdariya xwe ji Yehowa û Îsa Mesîh re nîşan bidin?
Di êvara berî mirina xwe de, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku ew çawa dikarin şikurdariya xwe ji bo qurbanbûna wî nîşan bidin. Wî civîneke taybet a bi navê “şîva Xudan” çêkir, jê re Bîranîna Mirina Îsa Mesîh jî tê gotin (1. Korîntî 11:20). Îsa Mesîh dixwest ku şandiyên wî û hemû Mesîhiyên heqîqî jî roja qurbanbûna wî bînin bîra xwe û pîroz bikin. Loma Îsa Mesîh got: “Vê yekê ji bo bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19). Eger em herin Bîranîna Îsa Mesîh, emê nîşan bidin ku em ji bo hezkirina Yehowa Xwedê û ya Îsa Mesîh pir şikurdar in.
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Em çawa dikarin şikurdariya xwe ya ji bo hezkirina Yehowa û Îsa Mesîh nîşan bidin? Bîranîna Mirina Îsa Mesîh çima ew qas muhîm e?
3. Şikurdariya xwe bi kirinên xwe nîşan bide
Xeyal bike ku kesek te ji mirinê xelas dike. Teyê qet ji bîr bikira ku wî kesî ji bo te çi kiriye? Gelo teyê şikurdariya xwe jê re çawa nîşan bidaya?
Yehowa Xwedê Îsa Mesîh şand dinyayê ku me ji mirinê xelas bike. 1. Yûhena 4:8-10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
-
Çima fîdyeya Îsa Mesîh diyariyeke pir biqîmet e?
-
Kirinên Yehowa û Îsa Mesîh li ser te çawa tesîr dikin?
Em çawa dikarin şikurdariya xwe ya ji bo kirinên Yehowa û Îsa Mesîh nîşan bidin? 2. Korîntî 5:15 û 1. Yûhena 4:11 û 5:3 bixwîne. Piştî xwendina her ayetê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Li gor vê ayetê, tu çawa dikarî şikurdariya xwe nîşan bidî?
4. Li ser şopa Îsa Mesîh bimeşe
Însanê ku li gor gotin û kirinên Îsa Mesîh dimeşe şikurdariya xwe nîşan dide. 1. Petrûs 2:21 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Tu çawa dikarî li ser şopa Îsa Mesîh bimeşî?
5. Here Bîranîna Mirina Îsa Mesîh
Kitêba Pîroz li ser Şîva Xudan a pêşîn çi dibêje? Lûqa 22:14, 19, 20 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
-
Cara pêşîn Şîva Xudan çawa derbas bû?
-
Nan û şerab çi temsîl dikin? (Li ayetên 19 û 20an binêre.)
Îsa Mesîh dixwest ku şagirtên wî Şîva Xudan salê carekê di roja mirina wî de pîroz bikin. Loma, wek ku Îsa Mesîh emir kiribû, Şahidên Yehowa jî her sal li hev kom dibin ku mirina wî bînin bîra xwe. Ji bo ku tu vê civîna muhîm çêtir nas bikî, vê VÎDEOYÊ vêxe. Paşê li ser vê pirsê sohbetê bikin:
-
Şahidên Yehowa Bîranîna Mirina Îsa Mesîh çawa pîroz dikin?
Nan û şerab sembol yanî remz in. Nan bedena Îsa Mesîh a bêqisûr a ku wî ji bo me da, temsîl dike. Şerab jî xwîna wî temsîl dike
HINEK WISA DIBÊJIN: “Ji bo ku em xwe xelas bikin, ma ne bes e ku em îmana xwe tenê bi Xwedê bînin?”
-
Teyê çawa bi destê Yûhena 3:16 û Aqûb 2:17 şîrove bikira ku ev ne bes e?
BI ÇEND GOTINAN
Eger em baweriya xwe bi gotin û kirinên xwe nîşan bidin û herin Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, emê şikurdariya xwe ya ji bo kirinên wî nîşan bidin.
Tu çi elimî?
-
Em çawa dikarin nîşan bidin ku em baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin?
-
Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji bo kirinên Yehowa û Îsa Mesîh şikurdar î?
-
Çima pir muhîm e ku em herin Bîranîna Mirina Îsa Mesîh?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Mirina Îsa Mesîh dilê me xurt dike ku em çi bikin?
Îman çi ye û çawa tê nîşandayîn?
“Îmana Xwe bi Sozên Yehowa Xwedê Bîne” (Birca Çavdêriyê, Cotmeh 2016)
Jinikek li ser qîmeta fîdyeyê kûr fikirî. Li meqaleya bi navê “Ez Êdî bi Qedrê Jiyana Xwe Dizanim” binêre.
“Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Tebax 2011)
Di wexta Bîranîna Mirina Îsa Mesîh de, çima tenê hindik kes ji nên dixwin û ji şerabê vedixwin?
“Şahidên Yehowa Şîva Xudan Çawa Derbas Dikin?” (Meqaleya Înternetê)