Here Naverokê

Here naverokê

Dubarekirina Qisim 3

Dubarekirina Qisim 3

Bi mamoste re li ser van pirsan sohbetê bike:

  1. Methelokên Silêman 27:11 bixwîne.

    • Çima tu dixwazî ji Yehowa re dilsoz bimînî?

      (Li Ders 34 binêre.)

  2. Eger di Kitêba Pîroz de li ser meseleyekê qanûnek tune be, gelo tu çawa dikarî qerarên baş bidî?

    (Li Ders 35 binêre.)

  3. Tu çawa dikarî di her tiştî de rast û durist bî?

    (Li Ders 36 binêre.)

  4. Meta 6:33 bixwîne.

    • Gava tu li ser kar û pere qeraran didî, tu çawa dikarî “berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê” bigerî?

      (Li Ders 37 binêre.)

  5. Tu dikarî di kîjan meseleyan de nîşan bidî ku tu wek Yehowa bi qedir û qîmeta jiyanê dizanî?

    (Li Ders 38 binêre.)

  6. Karên Şandiyan 15:29 bixwîne.

    • Tu çawa dikarî guh bidî emrê Yehowa yê li ser xwînê?

    • Tu çi difikirî, gelo daxwaz û emrên Yehowa bimantiq in?

      (Li Ders 39 binêre.)

  7. 2. Korîntî 7:1 bixwîne.

    • Gerek em bala xwe bidin paqijiyê û ji aliyê exlaqî ve paqij bin. Maneya vê çi ye?

      (Li Ders 40 binêre.)

  8. 1. Korîntî 6:9, 10 bixwîne.

    • Kitêba Pîroz li ser eleqeya cinsî çi dibêje? Gelo gotinên wê ji bo te bimantiq in?

    • Kitêba Pîroz li ser vexwarina alkolê çi dibêje?

      (Li Ders 41 û 43 binêre.)

  9. Meta 19:4-6, 9 bixwîne.

    • Xwedê ji bo zewacê kîjan qanûn danîne?

    • Çima gerek zewac û hevberdan li gor qanûnên dewletê bin?

      (Li Ders 42 binêre.)

  10. Yehowa ji kîjan eyd û cejnan û kêf û şahiyan ne razî ye û çima?

    (Li Ders 44 binêre.)

  11. Yûhena 17:16 û Karên Şandiyan 5:29 bixwîne.

    • Tu çawa dikarî di meseleyên vê dinyayê de bêalî bimînî?

    • Eger qanûnên însanan li dijî qanûnên Xwedê bin, tuyê çi bikî?

      (Li Ders 45 binêre.)

  12. Marqos 12:30 bixwîne.

    • Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji Yehowa hez dikî?

      (Li Ders 46 û 47 binêre.)