Here Naverokê

Here naverokê

1. Hezkirina Xwedê Daîm e

1. Hezkirina Xwedê Daîm e

1 XWEDÊ JI TE HEZ DIKE

“Xwe di hezkirina Xwedê de bigirin ... ji bo jiyana herheyî” (Cihûda 21).

Tu çima bawer î ku Xwedê ji te hez dike?

  • Yûhenna 3:16; 1. Yûhenna 4:8-10; Peyxam 4:11

    Yehowa hemû tiştên li rûyê erdê wisa afirandine da ku em ji jiyanê kêfê bistînin. Piştî ku Adem û Hewayê guneh kir, mexseda Xwedê dîsa jî neguherî. Wî Kurê xwe wek fîdye da ji bo ku em karibin jiyana bêdawî bistînin.

  • Zebûr 65:2; Karên Şandiyan 5:32

    Yehowa bi destê Kitêba Pîroz, ruhê pîroz û duayê alîkariya me dike. Gava em ji wî re dua dikin, ew guh dide me.

 

2 EGER EM GUH BIDIN YEHOWA, EMÊ FEYDEYÊ BIBÎNIN

“Ez im Yehowa, Xwedayê te, yê ku tiştên bifeyde hînî te dike” (Îşaya 48:17, WDN).

Guhdarîkirina li Yehowa çima bifeyde ye?

  • 5. Mûsa 5:28-33; 6:24

    Yehowa qîmetê dide xîreta me ku em guh bidin wî. Eger em bi dewamî guh bidin wî, emê hê bextewartir bibin û jiyana bêdawî bistînin.

 

3 TU DIKARÎ NÎŞANÎ YEHOWA BIDÎ KU TU JI WÎ HEZ DIKÎ

“Hezkirina Xwedê ev e, ku em emrên wî bînin cih” (1. Yûhenna 5:3).

Gelo em dikarin guh bidin Xwedê?

  • 5. Mûsa 30:11; Zebûr 103:14

    Yehowa dizane ku em biqisûr in. Ew tiştên ku em nikarin bikin ji me naxwaze.

  • Methelokên Silêman 27:11; Romayî 7:21-25

    Her çi qas zor be jî, hezkirina Yehowa alî me dike ku em her tim guh bidin wî.

  • Methelokên Silêman 6:16-19; Efesî 5:17

    Prensîpên Kitêba Pîroz fikrên Xwedê hînî me dikin. Ev prensîp dikarin li ser fikrên me tesîr bikin û alî me bikin ku em ji Yehowa zêdetir hez bikin. Eger di Kitêba Pîroz de ji bo meseleyekê qanûnek tune be jî, prensîpên Xwedê wê rêyî me bidin ku gerek em çi bikin.