Here Naverokê

Here naverokê

10. Zewac Hediyeyeke ji Xwedê ye

10. Zewac Hediyeyeke ji Xwedê ye

1 ZEWAC BEREKETEKE JI YEHOWA YE

“Sê qat ben jî zû naqete” (Waiz 4:12).

Însan çima dizewicin?

  • 1. Mûsa 2:18; Zebûr 127:3; Methelokên Silêman 5:18; Waiz 4:9, 10

    Zewac ji bo hevaltî, destek û xwedîkirina zarokan warekî baş e.

 

2 BERÎ ZEWACÊ RIND BIFIKIRE

“Ezê ... riya ku diçîyê hînî te bikim” (Zebûr 32:8).

Eger tu dixwazî bizewicî, wê baş be ku tu bala xwe bidî çi?

  • 1. Korîntî 7:39; 2. Korîntî 6:14

    Wê baş be ku tu tenê bi xizmetkarekî Yehowa re bizewicî.

  • 1. Korîntî 7:36

    Eger xwestekên tê yên cinsî hê pir xurt in, bi ecele nezewice.

  • 1. Korîntî 7:28

    Di heqê zewacê de maqûl bifikire, çimkî di hemû zewacan de tengasî hene.

 

3 DI MALBATÊ DE ROLÊN JIN Û MÊR JI HEV CUDA NE

“Tenê mayîna Adem ne qenc e: Ez ê alîkirekî li gor wî be biafirînim” (1. Mûsa 2:18).

Yehowa çi emir daye jin û mêran?

  • Efesî 5:23; 1. Tîmotêyos 3:1-7; 5:8

    Lazim e ku mêr ji aliyê madî û manewî ve malbata xwe xwedî bike. Serê pêşîn bav mesûl e ku zarokan bielimîne û terbiye bike.

  • Methelokên Silêman 31:10-31; Romayî 7:2

    Jin ji bo mêrê xwe hevaleke baş e. Ew piştgiriya qerarên wî dike û li hewcedariyên malbatê mêze dike. Ew alî mêrê xwe dike ku zarokan perwerde bike.

  • Efesî 5:33; Filîpî 2:4

    Gerek jin û mêr herî zêde ne li dilşadiya xwe, lê li dilşadiya hevdû binêrin.

 

4 BI ALÎKARIYA YEHOWA ZEWAC DIKARE XURT BIMÎNE

“Her du jî bibin yek bedenek” (1. Mûsa 2:24).

Zewaca te çawa dikare xurt bimîne?

  • Methelokên Silêman 3:5, 6; Metta 19:6

    Yehowa dixwaze ku jin û mêr tim bi hev re bimînin. Ew di heqê zewacê de şîretên herî baş dide me.

  • Zebûr 130:3; Kolosî 3:13

    Gerek jin û mêr li kêmasî û qisûrên hev nenêrin. Gerek ew hevdû efû bikin û bala xwe bidin sifatên baş ên hevdû.