Here Naverokê

Here naverokê

11. Piştî Dawetê

11. Piştî Dawetê

1 ZEWACA WE DIKARE YEHOWA BIRÛMET BIKE

“Dawiya hezkirinê qet nayê” (1. Korîntî 13:8).

Çi dikare alî we bike ku problemên zewacê hel bikin?

  • Waiz 5:4; Metta 19:4-6

    Problem dikarin di her zewacê de derkevin. Hemen nefikirin ku hûn nikarin problemên xwe hel bikin.

  • Zebûr 25:4; Îşaya 48:17, 18; Metta 6:33, 34

    Jin û mêr çi qas nêzikî Yehowa bibin, zewaca wan wê ew qas xurt bibe.

 

2 GOTIN Û KIRINÊN WE LI SER ZEWACA WE TESÎR DIKIN

“Her du jî bibin yek bedenek” (1. Mûsa 2:24).

Gerek jin û mêr çi bikin ku dilê hev neêşînin?

  • Metta 5:28; Efesî 4:31

    Bi kirin û fikrên xwe ji hevdû re dilsoz bimînin. Xîret bikin ku hûn hîsên hevdû fehm bikin. Eger hûn tê derxin ku we bi gotin yan kirinên xwe êş daye hevdû, şaşiyên xwe bi dilxwazî biguherînin.

  • Galatî 5:15

    Hevdû tu caran ji aliyê fîzîkî yan hîsî ve neêşînin. Gotinên xerab zerarê didin zewacê.

  • Methelokên Silêman 5:18; Îbranî 13:4

    Li ber çavê Yehowa, zîna gunehekî giran e. Loma ji hevdû re dilsoz bimînin û qîmeta zewaca xwe zanibin. Bi vî awayî hûnê hurmetê bidin Yehowa û jin yan mêrê xwe.

 

3 ZEWACA XWE XURTTIR BIKIN

“Xanî bi zaniyarî tê ava kirin” (Methelokên Silêman 24:3).

Hûn çawa dikarin zewaca xwe xurt û bextewar bikin?

  • Methelokên Silêman 24:4; Metta 6:14, 15; Romayî 12:2; 1. Petrûs 3:1

    Bi hev re wext derbas bikin û sohbet bikin. Ji hevdû re hurmetdar û dilovan bin. Ji hevdû hez bikin û hevdû efû bikin.

  • Methelokên Silêman 14:1; 31:29; Filîpî 1:9; 2:4; 1. Petrûs 3:7

    Ji Yehowa alîkariyê bixwazin ku hûn bibin jin û mêrekî baş. Hewl bidin ku hûn hê dilovantir û naziktir bibin.

  • Romayî 12:10; 1. Petrûs 4:8

    Eger hûn çi ji destê we tê bikin ku ji hevdû hez bikin û qedir û qîmeta hev bigirin, zewaca we wê hê xurttir bibe û hûnê Yehowa dilxweş bikin.