Here Naverokê

Here naverokê

12. Kesên Din bi Gotinên Xwe Ava Bike

12. Kesên Din bi Gotinên Xwe Ava Bike

1 HUNERA XEBERDANÊ HEDIYEYA JI XWEDÊ YE

“Her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî ji jor e” (Aqûb 1:17).

Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin vê hediyeyê?

  • Efesî 4:29; Aqûb 1:26

    Qeweta gotinan heye. Gerek em rind bifikirin ku çi bibêjin û çawa bibêjin.

  • Methelokên Silêman 16:24; Îşaya 57:15; 1. Selanîkî 5:11

    Hediyeya xeberdanê li gor daxwaza Yehowa bi kar bîne. Bi gotinên xwe şîfa, cesaret, perwerde, teselî û teşwîqê bide kesên din û alî wan bike.

  • Methelokên Silêman 12:18; 15:23; Metta 7:12

    Ji bo ku problem dernekeve û em dilê hevdû neêşînin, gerek em hay ji gotinên xwe hebin.

 

2 BILA XWEDÊ JI XEBERDANA TE RAZÎ BE

“Bila peyva we ... herdem bi keremdarî be” (Kolosî 4:6).

Xeberdana me dikare li ser malbat û hevalên me çawa tesîr bike?

  • Methelokên Silêman 31:28; Peyxam 2:1-3

    Her kes hewceyî hezkirin û teqdîrê ye, bi xisûsî ji aliyên ferdên malbatê ve.

  • Methelokên Silêman 6:16-19; 26:20; Kolosî 3:8, 21; 1. Selanîkî 4:11

    Gotinên sert yan pîs dikarin zerareke mezin bidin. Îftira dikare navê yekî reş bike û aştiyê xera bike.

  • Methelokên Silêman 15:1, 2; Filîpî 2:3, 4; Aqûb 1:19

    Bi xeberdana xwe nîşan bide ku tu ji xwe bêtir xema kesên din dixwî. Rind guh bide.

 

3 ŞÎRETAN BI HEZKIRINÊ BIDE

“Guh bide şîretê û perwerdeyê qebûl bike ku, di mayîna temena xwe de tu zaniyar bibe” (Methelokên Silêman 19:20).

Em çawa dikarin şîretên baş bidin?

  • Zebûr 34:18; Metta 10:29-31; 2. Tîmotêyos 3:16

    Gerek şîretên me li ser esasê Kitêba Pîroz bin û bi awayekî nazik bên dayîn.

  • Methelokên Silêman 12:25; 1. Selanîkî 5:14; Aqûb 3:2-4

    Bi gotinên xwe qewet û cesaretê bide kesên din.