Here Naverokê

Here naverokê

13. Gelo Xwedê ji Hemû Eyd û Cejnan Razî ye?

13. Gelo Xwedê ji Hemû Eyd û Cejnan Razî ye?

1 “HER TIŞTÎ JI BO RÛMETA XWEDÊ BIKIN”

“Hûn her çi bixwin, her çi vexwin, her çi bikin, her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin” (1. Korîntî 10:31).

Em çawa dikarin di heqê eyd û cejnan de qerarên baş bidin?

  • Methelokên Silêman 15:15; Waiz 3:12, 13; Karên Şandiyan 20:35; 2. Korîntî 9:7

    Yehowa dixwaze ku em ji jiyanê kêfê bistînin. Ew dixwaze ku em ne tenê li rojên xisûsî, lê her roj dilovan û comerd bin.

  • 2. Mûsa 32:1-6; Peyxam 12:9

    Carinan hêsan nîne ku însan qerarên rast bide. Îblîs qencî û xerabiyê li nav hev dixe da ku me bixapîne.

  • Yûhenna 8:32; Îbranî 5:14

    Ji bo ku tu fehm bikî ku Yehowa ji eyd yan cejnekê razî ye yan na, koka vê eyd yan cejnê rind lêkolîn bike.

 

2 GELEK EYD Û CEJN JI PÛTPERESTIYÊ TÊN

“Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike” (Yûhenna 8:32).

Hin eyd û cejn ji ku tên?

  • 2. Korîntî 6:14-18; 2. Yûhenna 6, 7

    Piştî mirina şandiyên Îsa, mamosteyên sexte eyd, cejn û adetên pûtperest xistin civatê û wan wek eyd û cejnên mesîhî bi nav kirin. Gelek ji wan eyd û cejnan îro jî tên pîroz kirin, mesela eyda Paskalyayê û eyda Noelê.

  • Lûqa 2:8-11

    Li gelek welatan, eyda Noelê li 25ê Kanûnê tê pîroz kirin. Lê belê Îsa li wê rojê nehat dinyayê.

  • 1. Mûsa 40:20-22; Marqos 6:21-29

    Şagirtên Îsa yên pêşîn rojên bûyînê pîroz nedikirin. Kitêba Pîroz di heqê rojên bûyînê de tenê tiştên negatîf dibêje.

 

3 BI HÎKMET HILBIJÊRE KU TUYÊ ÇI PÎROZ BIKÎ

“Tiştê ku li xweşa Xudan diçe, kifş bikin” (Efesî 5:10).

Gerek şagirtên Îsa ji çi cure eyd û cejnan dûr bisekinin? Gava tu di heqê pîrozkirina eyd û cejnan de qerarekê didî, ji xwe bipirse:

  • Îşaya 52:11; 1. Korîntî 4:6; 2. Korîntî 6:14-18; Peyxam 18:4

    Gelo ew cejn ji pûtperestiyê yan ji cindariyê tê?

  • Yêremya 17:5-7; Karên Şandiyan 10:25, 26; 1. Yûhenna 5:21

    Gelo ew rûmetê dide însanekî, teşkîlatekê yan semboleke milî?

  • Karên Şandiyan 10:34, 35; 17:26

    Gelo ew miletekî yan welatekî ji yên din mezintir dike?

  • Zebûr 97:10; 1. Korîntî 2:12; Efesî 2:2; 1. Petrûs 4:3

    Gelo ew “ruhê dinyayê” eyan dike? Mesela, gelo ew însanan teşwîq dike ku ew bi zêdeyî alkolê vexwin yan bêexlaqiya cinsî bikin?

  • Romayî 14:21

    Eger ez cejnekê pîroz bikim, gelo ev yek wê li ser wijdanê kesên din çawa tesîr bike?

  • Romayî 12:1, 2; Kolosî 4:6; 1. Petrûs 3:15

    Eger min qerar daye ku cejnekê pîroz nekim, ez çawa dikarim sebebên qerara xwe ji kesên din re zelal bikim?