Here Naverokê

Here naverokê

14. Di Her Tiştî de Durist Be

14. Di Her Tiştî de Durist Be

1 NEDIRUSTÎ PIR BELAVBÛYÎ YE

“Herkes ji cîranê xwe re derew dibêje ... bi durûtî dibêje” (Zebûr 12:2).

Çi dikare alî me bike ku em ji xwe re durist bin?

  • Zebûr 31:5; Îbranî 13:18

    Yehowa dixwaze ku em ji xwe re û ji kesên din re durist bin.

  • Zebûr 139:23, 24; Aqûb 1:23-25

    Dua û xwendina Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em xwe bi duristî binirxînin û xwe biguherînin.

 

2 DURISTÎ JI BO HIZÛR Û YEKÎTIYA MALBATÊ MUHÎM E

“Min neda pey durûyan” (Zebûr 26:4).

Duristî di malbatê de çima muhîm e?

  • Methelokên Silêman 6:16-19

    Di malbatê de, duristî muhîm e ku ferdên malbatê karibin bi hev bawer bin. Çi qas zor be jî, gerek ferdên malbatê ji hev re durist bin.

  • Methelokên Silêman 22:6; Efesî 6:4

    Gava zarok dibînin ku dê û bavê wan durist in, wê ji bo wan hêsantir be ku ew jî durist bin.

 

3 DURISTÎ JI BO CIVATÊ BIFEYDE YE

“Xudan ji rêşaşan dikerihe, lê belê hevaltiya wî bi rastan re ye” (Methelokên Silêman 3:32).

Çima muhîm e ku em ji xwişk û birayan re durist bin?

  • Methelokên Silêman 10:19; Kolosî 4:6

    Gerek em her tim rastiyê bibêjin, lê gerek gotinên me xweş û şîrîn bin.

  • 3. Mûsa 5:1; Îbranî 13:17; Aqûb 5:14, 15

    Gerek em ji kalên civatê re durist bin, da ku ew karibin alî me bikin.

  • Yêremya 32:9-12; Efesî 6:5-8

    Eger em bi xwişk û birayan re tîcaretê bikin, gerek em ji sedî sed durist û adil bin û bi peymanên xwe ve girêdayî bimînin.

 

4 DURISTÎ HER TIM BIFEYDE YE

“Navê qenc ji serweta mezin ... ewletir e” (Methelokên Silêman 22:1).

Gerek em di kîjan warên din de durist bin?

  • Zebûr 37:21; Metta 22:17-21; Romayî 13:1-7; Efesî 4:25, 28

    Gerek em ji patronê xwe re, di tîcaretê de, di îmtihanên mektebê de û gava em formên resmî yan formên bacê tije dikin durist bin.

Qîmeta duristiyê çima ji qîmeta mal û milk mezintir e?

  • Zebûr 15:1, 2; Methelokên Silêman 11:1; 1. Tîmotêyos 6:9, 10

    Gava mirovên din me wek kesekî durist nas dikin, ev yek tiştekî pir biqîmet e. Duristî wê alî me bike ku wijdanê me rihet be. Yehowa ji me razî dibe gava em xîret dikin ku durist bin.