15. Ji Karê Xwe Kêfê Bistîne
1 YEHOWA ÎNSAN WISA AFIRANDIYE KU JI KARKIRINÊ HEZ BIKE
“Him jî xwarin û vexwarina her zilamî û ji hemûya keda xwe qencî dîtin, dayîna Xwedê ye” (Waiz 3:13).
Em çima dikarin bibêjin ku karkirin hediyeyeke ji Xwedê ye?
-
1. Mûsa 1:1, 31; Waiz 2:24; Yûhenna 5:17
Yehowa bi xîret kar dike. Ew ji karê xwe kêfê distîne, û ew dixwaze ku em jî bi dilxweşî kar bikin.
-
Methelokên Silêman 8:22-31; Kolosî 1:15-17
Îsa jî her tim bi xîret kar dike, hem li ezmanan hem jî li rûyê erdê.
-
Marqos 6:3; Lûqa 21:37, 38; Yûhenna 4:31-38; 17:4
Îsa karê xwe bi hosteyî dikir û di halên zor de jî wezîfeyên xwe temam dikirin.
2 GEREK EM LI KARÊ XWE ÇAWA BINÊRIN?
“Ma tu yekî di karê xwe de hoste ye dibîne? Yê ûsa ... ji qiralan re jî xizmetê dike” (Methelokên Silêman 22:29).
Çi wê alî me bike ku em ji karê xwe kêfê bistînin?
-
Methelokên Silêman 12:24; Kolosî 3:22-24; Îbranî 13:18
Em belkî nikarin îşê xwe biguherînin, lê em dikarin nêrîna xwe biguherînin. Helbet gerek em durist bin û bi dil û can kar bikin.
-
Methelokên Silêman 27:11; 1. Tîmotêyos 5:8; 1. Petrûs 2:12
Gava tu debara mala xwe dikî, tu li Yehowa guhdarî dikî. Li cihê îş, tu dikarî bi rabûn û rûniştina xwe rûmetê bidî Yehowa.
-
2. Mûsa 20:13-15; Methelokên Silêman 2:6; Romayî 14:19-22; Efesî 5:28–6:4; 1. Yûhenna 5:3; Peyxam 18:4
Ev yek ku em çi cure îş hildibijêrin dikare li ser me, li ser malbata me, li ser xwişk û birayên din û bi xisûsî li ser Yehowa tesîr bike. Kitêba Pîroz alî me dike ku em di vî warî de qerarên baş bidin.
3 EGER EM BALA XWE BIDIN TIŞTÊN HERÎ MUHÎM, EMÊ JI KARÊ XWE KÊFÊ BISTÎNIN
“Bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir” (Filîpî 1:10, WDN).
Tiştên herî muhîm çi ne?
-
Zebûr 37:25; Methelokên Silêman 3:5, 6; 1. Petrûs 5:7
Bawer be ku Yehowa dizane ku hewcedariyên te çi ne.
-
Metta 6:25-32; 1. Tîmotêyos 6:8-10; Îbranî 13:5
Bi tiştên ku di destê te de hene razî be.
-
Methelokên Silêman 10:22; Metta 6:33; 28:19, 20; Îbranî 10:24, 25
Bala xwe tim bide xizmeta Yehowa û belavkirina mizgînê. Ev kar, karê herî muhîm e.