Here Naverokê

Here naverokê

16. Li Hemberî Îblîs Bisekine

16. Li Hemberî Îblîs Bisekine

1 DINYA DI BIN KONTROLA ÎBLÎS DE YE

“Tevahiya dinyayê di bin desthilatiya Yê Xerab de ye” (1. Yûhenna 5:19).

Armanca Şeytên çi ye?

  • 1. Petrûs 5:8

    Şeytan dixwaze dostaniya me bi Yehowa re xera bike.

  • Eyûb 2:4, 5

    Gava însan Yehowa nas dikin û jê hez dikin, Îblîs hêrs dikeve.

 

2 JI ÎBLÎS NETIRSE

“Bi ya Xwedê bikin. Li hember Îblîs bisekinin, ewê ji we bireve” (Aqûb 4:7).

Em ji ku dizanin ku em dikarin li hemberî Îblîs bisekinin?

  • Peyxam 7:9, 14

    Yehowa me nade destê Îblîs. Xwedê soz daye ku elaleteke mezin wê sax bimîne û derbasî dinyaya nû bibe.

  • 2. Dîrokan 15:2

    Heta ku em nêzikî Yehowa bimînin, Şeytan wê nikaribe dostaniya me bi Xwedê re xera bike.

  • 1. Korîntî 10:13; Îbranî 11:4-40

    Wekî ku Yehowa di demên berê de alîkariya gelek xizmetkarên xwe kiribû, ew soz dide ku wê alî me jî bike ku em dilsoz bimînin.

 

3 HAY JI DEK Û DOLABÊN ÎBLÎS HEBE

“Em ji dek û dolavên wî ne bêhay in” (2. Korîntî 2:11, KP).

Îblîs çi cure dek û dolaban bi kar tîne?

  • Yûhenna 15:19; Peyxam 12:12, 17

    Îblîs dinyayê kontrol dike, lê ew nikare xizmetkarên Yehowa kontrol bike. Loma ew hicûmî wan dike.

  • 1. Mûsa 3:1; Galatî 5:19-21; Efesî 6:12

    Îblîs li kêmasî û qisûrên me digere, da ku wan li hemberî me bi kar bîne.

  • 3. Mûsa 19:26; Îşaya 1:13, 15; Marqos 5:25, 26

    Eger tu nexweş bikevî, bidîqat be ku tu tedawiyeke ku bi cindariyê ve girêdayî ne, hilnebijêrî.

  • 5. Mûsa 18:10-12; Karên Şandiyan 19:19; Galatî 6:7; Peyxam 21:8

    Eger cin bibînin ku em cindariyê meraq dikin, ew dikarin ji meraqa me îstifade bikin. Yehowa naxwaze ku em bi cindariyê eleqedar bin.

 

4 DEREWÊN ÎBLÎS BELAV NEKE

“Îblîs ... derewkar e û bavê derewan e” (Yûhenna 8:44).

Kesek çawa dikare derewên Îblîs belav bike?

  • Romayî 1:11, 12; 2. Tîmotêyos 2:16

    Hin kes çîrokan dibêjin, ên ku Îblîs û cinan bi zêdeyî biqewet nîşan didin. Li şûna ku em hevdû bi çîrokên wisa bitirsînin, wê baş be ku em cesaretê bidin hevdû.

  • Efesî 6:11

    Eger em hay ji dek û dolabên Îblîs hebin, emê karibin li hemberî wî bisekinin û nêzikî Yehowa bimînin.