Here Naverokê

Here naverokê

17. Nêzikî Xwedê Bimîne

17. Nêzikî Xwedê Bimîne

1 BAWERIYA XWE XURTTIR BIKE

“Xwe li ser baweriya xwe ya herî pîroz ava bikin” (Cihûda 20).

Çi dikare alî me bike ku em baweriya xwe xurttir bikin?

  • Efesî 6:11; Aqûb 1:25; 1. Petrûs 5:8

    Bifikire ku guhdarîkirina li Yehowa me çawa diparêze û alî me dike ku em bibin xwediyê jiyaneke xweştir.

  • Metta 28:19, 20; 1. Selanîkî 5:17; Îbranî 10:24, 25

    Ji bo ku em baweriya xwe xurttir bikin, gerek em roj bi roj dua bikin, ji kesên din re behsa Yehowa bikin û wexta xwe bi xwişk û birayan re derbas bikin.

  • Zebûr 55:22; Îşaya 48:17, 18

    Yehowa me tu caran terk nake. Eger em pey rêberiya wî herin, emê bextewar bibin.

 

2 JI ALIYÊ RUHÎ VE BI PÊŞ VE HERE

“Ber bi bêkêmahîtiyê ve pêşve herin” (Îbranî 6:1).

Em çawa dikarin ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin?

  • Romayî 8:5; Îbranî 5:14

    Wext û xîret lazim e ku em ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin. Şagirtekî Îsa yê gihîştî wê hewl bide ku wek Yehowa li meseleyan binêre û qerarên bihîkmet bide.

  • Methelokên Silêman 27:11; Aqûb 1:2, 3

    Gava em rastî tengasiyan tên, em dikarin baweriya xwe xurttir bikin û hezkirina xwe ji Yehowa re îsbat bikin.

  • Methelokên Silêman 3:5, 6; Aqûb 1:5

    Gava tu qeraran didî, ewilî bifikire ku Yehowa ji te çi dixwaze, û ji bo alîkariya wî dua bike.

  • 2. Korîntî 13:5

    Bi dewamî di heqê Yehowa de melûmatê bistîne û dostaniya xwe bi wî re xurttir bike.

 

3 BALA XWE BIDE HÊVIYA XWE

“Kumzirxê hêviya xilasiyê bidin serê xwe” (1. Selanîkî 5:8).

Hêvî çawa dikare me biparêze?

  • Îbranî 12:2

    Hêvî dikare qewetê bide. Bîne bîra xwe ku hêviya Îsa çawa alî wî kiribû ku ew li hemberî ceribandinan saxlem bisekine.

  • Filîpî 4:6, 7

    Eger tu hîs dikî ku hêviya te sist dibe, ji Yehowa re dua bike. Fikrên negatîf û guman dikarin te sist bikin. Lê Yehowa wê cesaret û hizûrê bide te.

  • Maleyaxî 3:10; Romayî 8:21

    Her tim li ser hêviya xwe kûr bifikire. Dinyaya nû wê ji hemû tiştên ku tu xeyal dikî çêtir û xweştir be.

  • Zebûr 37:4; Cihûda 21

    Yehowa dixwaze ku em wî wek dostê xweyî herî baş bibînin. Bi dil û can guh bide wî, û roj bi roj nêziktirî wî bibe.