Here Naverokê

Here naverokê

2. Wijdanekî Paqij li ber Xwedê

2. Wijdanekî Paqij li ber Xwedê

1 WIJDANÊ ME HEDIYEYEKE JI XWEDÊ YE

“Fikrên wan, an wan sûcdar dikin, an jî carna wan diparêzin” (Romayî 2:14, 15).

Wijdanê te çawa dikare alî te bike?

  • Zebûr 139:23, 24

    Wijdanê me nîşanî me dide ku çi rast e û çi şaş e. Wijdanê me dikare alî me bike ku em fikir û hîsên xwe bi duristî binirxînin.

  • 1. Samûyêl 24:5; Eyûb 27:6

    Wijdanê me dikare rêberiya me bike û me ji xerabiyê dûr bigire. Wekî din, wijdanê me dikare me piştî qerareke baş dilrihet bike yan jî piştî qerareke xerab sûcdar bike.

 

2 WIJDANÊ ME GEREK BÊ PERWERDE KIRIN

“Dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye” (Yêremya 17:9).

Yehowa çi daye me ku wijdanê me bê perwerde kirin?

  • Romayî 9:1; 1. Korîntî 4:4

    Ji ber ku em biqisûr in, wijdanê me dikare me şaş bike. Lazim e ku wijdanê me ne tenê li gor xwestekên me, lê bi ruhê pîroz bê perwerde kirin.

  • Îbranî 5:14; 1. Petrûs 3:16

    Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku li gor Yehowa, çi rast e û çi şaş e, û alî me dike ku em wijdanê xwe perwerde bikin.

 

3 WIJDANÊ HER KESÎ WEK HEV NAXEBITE

“Bila her kes ne li qenciya xwe, lê belê li qenciya yên din bigere” (1. Korîntî 10:23, 24).

Em çawa dikarin nîşan bidin ku em wijdanê kesên din dikin hesabê?

  • Romayî 15:1, 3

    Wijdanê her kesî ne wek hev e. Belkî wijdanê te dihêle ku tu tiştekî bikî, lê wijdanê kesekî din nahêle.

  • 1. Korîntî 10:31-33

    Pawlosê şandî ji xwestekên xwe zêdetir bala xwe dida wijdanê xwişk û birayan.

  • Romayî 14:10, 19

    Yehowa wijdan daye me ji bo ku em xwe mehkeme bikin, ne kesên din. Gerek em nefikirin ku fikra me her tim rast e û ya kesên din nerast e.

 

4 YEHOWA DIKARE ALÎ ME BIKE KU WIJDANÊ ME RIHET BE

“Emê dilê xwe rihet bikin ... [çimkî] Xwedê ji dilê me mezintir e û ew her tiştî dizane” (1. Yûhenna 3:19, 20).

Eger em xwe ji bo gunehên berê sûcdar hîs dikin, gerek em cesareta xwe çima winda nekin?

  • Zebûr 86:5; 1. Korîntî 6:11

    Me her çi qas tobe kiribe jî, dibe ku em seba gunehên berê êşê bikişînin û xwe bêqîmet bibînin. Lê belê, em nikarin tiştên derbasbûyî biguherînin. Yehowa em efû kirine, û gunehên me hatine betal kirin. Loma em dikarin li ber Xwedê paqij bibin.

  • Galatî 6:2; 1. Petrûs 2:16

    ‘Qanûna Mesîh’ ne li ser qanûnan, lê li ser prensîpên Kitêba Pîroz hatiye ava kirin. Eger ji bo meseleyekê qanûnek tune be jî, şagirtên Îsa li bahaneyan nagerin ku tiştên nerast bikin.