4. Gerek Em Otorîteya Kê Qebûl Bikin?
1 YEHOWA KESÊN DIN BI KAR TÎNE KU RÊBERIYA ME BIKE
“Ji hemûyan re hurmetê bikin. ... Ji Xwedê bitirsin” (1. Petrûs 2:17).
Çima carinan zor e ku mirov rêberiyê qebûl bike?
-
4. Mûsa 16:1-3; Waiz 8:9; Romayî 5:12
Însanên ku Yehowa bi kar tîne ku rêberiya me bikin, wek me biqisûr in.
-
Îsa ji aliyê guhdarîkirinê ve emsala herî baş e. Wî her tim li Yehowa guhdarî dikir.
-
Methelokên Silêman 27:11; Marqos 12:29, 30
Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em qedrê tertîbên wî digirin. Di malbatê de, serê malê heye. Li mektebê, mamoste hene. Di civatê de, kalên civatê hene.
2 TERTÎBA MALBATÊ JI ALIYÊ YEHOWA VE HATIYE AVA KIRIN
“Ji bo vê yekê, ez li ber Bavê ku li erd û ezmanan her bavikî nav jê standiye, diçim ser çokan” (Efesî 3:14, 15).
Yehowa çima dixwaze ku em qedrê tertîba malbatê bigirin?
-
Methelokên Silêman 10:1
Yehowa dixwaze ku malbat hem ji bo zarokan hem jî ji bo ferdên din cihekî emîn û bihizûr be.
-
Methelokên Silêman 1:8; 1. Korîntî 11:3; Efesî 6:1-3; 1. Petrûs 3:1
Wê baş be ku di malbatê de, her kes rola xwe bizanibe.
3 YEHOWA OTORÎTEYA LI SER CIVATÊ DAYE ÎSA
“Mesîh serê Civînê ye” (Efesî 5:23).
Wê çima baş be ku em bi civatê re hevkariyê bikin?
-
Îsa bi destê “xulamê dilsoz û şehreza” li xizmetkarên Xwedê xwedî derdikeve.
-
1. Selanîkî 5:12; Îbranî 13:17
Kalên civatê û alîkarên xizmetê alî xwişk û birayan dikin ku ew ji aliyê ruhî ve xurt bimînin. Gava em bi van birayan re rind hevkariyê dikin, em nîşan didin ku em otorîteya Yehowa qebûl dikin.
-
Gava em bi dil û can piştgiriya civatê dikin – a ku tertîba Yehowa ya ji bo îbadetê ye – ev yek ji bo her kesî bifeyde ye.
4 YEHOWA OTORÎTEYEKE BISÎNOR DAYE DEWLETÊ
“Hukûmeta ku ne ji alîyê Xwedê ve ye tune û yên heyî ji aliyê Xwedê ve hatine danîn” (Romayî 13:1).
Em çawa dikarin nîşan bidin ku em otorîteya dewletê qebûl dikin?
-
Metta 5:16; 1. Petrûs 3:15
Em bi gotin û kirinên xwe qedrê dewletê digirin û bi vî awayî Yehowa birûmet dikin.
-
Karên Şandiyan 26:2, 25; Romayî 12:17, 18
Şagirtên Îsa li qanûnên dewletê guhdarî dikin. Gava Şahidên Yehowa ji aliyê dewletê ve muxalefetê dibînin, ew dîsa jî hurmetkar dimînin.
-
Prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin ku tu guh bidî kesên ku otorîteya wan hene.
-
Metta 22:37-39; 26:52; Yûhenna 18:36; Karên Şandiyan 5:27-29; Îbranî 10:24, 25
Eger dewlet ji te bixwaze ku tu tiştekî li dijî qanûnên Yehowa bikî, gerek tu qerarê bidî ku tuyê li kê guhdarî bikî.