5. Xwe ji Dinyayê Cihê Bike
1 ŞAGIRTÊN ÎSA JI PADÎŞAHIYA XWEDÊ RE DILSOZ DIMÎNIN
“Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36).
Em çawa dikarin nîşan bidin ku em bêteref in û piştgiriya Padîşahiya Xwedê dikin?
-
Îşaya 2:2-4; Yûhenna 6:15; 1. Petrûs 3:15
Em tev li şer û siyasetê nabin.
-
2. Mûsa 20:4, 5; 1. Yûhenna 5:21
Em ji sembolên dewletê re, mesela ji alayê re, îbadetê nakin.
-
Xwîn bi xwînê nayê şûştin! Em li benda Yehowa disekinin ku problemên dinyayê bi temamî hel bike.
-
Yûhenna 13:34, 35; 1. Yûhenna 3:10-12
Hemû xizmetkarên Xwedê – welat, kok û zimanê wan çi bin jî – xwişk û birayên hev in. Emê tu caran li hemberî hev şer nekin.
2 ŞAGIRTÊN ÎSA “NE JI VÊ DINYAYÊ” NE
“Çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne” (Yûhenna 17:16).
Gerek em çima ji dinyaya Îblîs cihê bimînin?
-
1. Yûhenna 5:19
Peyva “dinya” ji bo kesên ku Xwedê nas nakin û ji bo yên ku ketine bin tesîra Îblîs, tê bi kar anîn.
-
Aqûb 4:4
Em dixwazin ku Yehowa me wek hevalên xwe bibîne. Em di rabûn û rûniştina xwe de Yehowa û Îsa ji xwe re emsal digirin.
3 ŞAGIRTÊN ÎSA XWE JI NÊRÎNÊN DINYAYÊ DÛR DIGIRIN
“Berî her tiştî jî dilê xwe biparêze” (Methelokên Silêman 4:23).
Em çawa dikarin nêrînên dinyaya Îblîs red bikin?
-
Efesî 2:2; 1. Yûhenna 2:16
Îblîs xwehez, pozbilind û serhildêr e. Ew dixwaze însanan bide bawer kirin ku ne lazim e ku ew li Xwedê guhdarî bikin.
-
1. Korîntî 10:31
Bi gotin û kirinên xwe, em nîşan didin ku em ne ji vê dinyayê ne. Gerek em vêya di meseleyên şexsî de jî xuya bikin.
-
1. Korîntî 2:12; 1. Yûhenna 4:4
Ji bo ku em karibin li hemberî nêrînên dinyayê li ber xwe bidin, lazim e ku em nêzikî Yehowa bimînin û hişê xwe bi fikrên wî ve tije bikin.
4 PERE NIKARE EMNIYETA RASTÎN Û DILRIHETIYÊ BIDE ME
“Jiyana mirov ne bi pirrbûna malê wî ye” (Lûqa 12:15).
Çi wê alî me bike ku em wek Yehowa li tiştên madî binêrin?
-
Karên Şandiyan 20:35; 1. Tîmotêyos 6:9, 10
Şeytan dixwaze me bide bawer kirin ku kêf û şahî û mal û milk wê dilê me şa bikin. Lê Îsa hîn dikir ku eger dostaniya me bi Yehowa re saxlem be û em comerd bin, emê kêfxweş bibin.
-
Metta 6:31, 32; Marqos 12:30, 31; Lûqa 21:34-36
Gava em herî zêde bala xwe didin xizmeta Yehowa, em dilşad û dilrihet dibin.