6. Mijûliyên Xwe Rind Hilbijêre
1 MIJÛLIYÊN KU EM HILDIBIJÊRIN NÎŞAN DIDIN KU EM JI YEHOWA ÇI QAS HEZ DIKIN
“Her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin” (1. Korîntî 10:31).
Gava em mijûliyên xwe hildibijêrin, gerek em çima bidîqat bin?
-
Zebûr 11:5, 7; 34:14; Romayî 12:9; 1. Korîntî 6:9, 10
Di gelek mijûliyen îroyîn de – mesela fîlman, li malperên înternetê, li bernameyên televîzyonê, li lîstikên kompîturê, li stranan û li mijûliyên din jî – bêexlaqî, zordarî yan cindarî hene.
-
Mijûliyên me dikarin rihetiyê bidin me yan ji me re bibin asteng ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin.
-
Yêremya 17:9; Galatî 6:7
Mijûliyên me li ser me tesîr dikin.
2 PRENSÎPÊN KITÊBA PÎROZ DIKARIN ALÎ ME BIKIN KU EM MIJÛLIYÊN XWE HILBIJÊRIN
“Fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye” (Efesî 5:17).
Kîjan prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em di heqê mijûliyên xwe de qerarên baş bidin?
-
Zebûr 16:8; Methelokên Silêman 6:16-19; Galatî 5:19-21
Gerek em ji tiştên ku Yehowa ji wan nefret dike, nefret bikin, mesela ji zordariyê, ji cindariyê û ji bêexlaqiyê.
-
Zebûr 19:14; Filîpî 4:8
Gava em hişê xwe bi tiştên baş tije dikin û li ser wan difikirin, Yehowa ji me razî dibe.
-
Metta 6:33; Efesî 5:15, 16
Gerek em hay ji xwe hebin ku em bi mijûliyên xwe re çi qas wext derbas dikin. Gerek îbadeta Yehowa di jiyana me de tiştê herî muhîm be.
3 MIJÛLIYÊN KU EM HILDIBIJÊRIN LI SER KESÊN DIN JÎ TESÎR DIKIN
“Bila her kes ne li qenciya xwe, lê belê li qenciya yên din bigere” (1. Korîntî 10:24).
Wê çima baş be ku em bikin hesabê ku kesên din li mijûliyên me çawa dinêrin?
-
Waiz 7:16; Romayî 2:21
Gerek her kes ji bo xwe qerarê bide. Li şûna ku em kesên din seba qerarên wan rexne bikin, gerek em xîret bikin ku em qerarên baş bidin.
-
Galatî 6:5; Filîpî 4:5
Wijdanê me li ser qerarên me tesîr dike, û wijdanê her kesî ji hev cuda ye.
-
1. Korîntî 10:32; Filîpî 1:10
Em naxwazin bibin sebeb ku xwişk û birayên me biterpilin, loma em mijûliyên xwe bi dîqat hildibijêrin.