Here Naverokê

Here naverokê

7. Gelo Tu Wek Xwedê Qîmetê Didî Jiyanê?

7. Gelo Tu Wek Xwedê Qîmetê Didî Jiyanê?

1 JIYAN JI BO YEHOWA BIQÎMET E

“Kaniya jiyanê ji te ye” (Zebûr 36:9).

Çima lazim e ku em jiyanê wek hediyeyeke biqîmet bibînin?

  • 1. Mûsa 1:27; Zebûr 19:7-11; Methelokên Silêman 2:6-11

    Yehowa em afirandine. Ew ji me hez dike, û ew dixwaze ku em kêfxweş bin.

  • Romayî 14:12; Galatî 6:5

    Em ne wek robot in. Yehowa aqil û îradeya azad daye me ku em xwe bi xwe qeraran bidin. Bi vî awayî em dikarin nîşan bidin ku jiyan ji bo me çi qas biqîmet e.

 

2 XWÎN JI BO YEHOWA PÎROZ E

“Canê goşt di xwînê de ye” (3. Mûsa 17:11).

Yehowa li xwînê çawa dinêre?

  • 3. Mûsa 17:10; Methelokên Silêman 13:16; Karên Şandiyan 15:20; Romayî 12:2

    Rojekê wê belkî lazim be ku em li ser hin tedawiyên ku bi xwînê ve girêdayî ne, qerarên cidî bidin. Mesela, gerek em belkî qerarê bidin ka em hin qismên biçûk ên xwînê qebûl bikin yan na. Lazim e ku em vê qerarê xwe bi xwe bidin. Kesên din nikarin vê qerarê li şûna me bikin. Berî ku tiştekî wisa bê serê me, wê baş be ku em ji bo rêberiyê dua bikin û lêkolînê bikin.

  • 1. Mûsa 9:4, 5, 9; 5. Mûsa 12:16; Karên Şandiyan 15:28, 29

    Li gor Kitêba Pîroz, xwîn jiyanê temsîl dike. Qanûna Xwedê ya di heqê xwînê de tu caran nehatiye guhertin. Ev qanûn hem ji Nûh re, hem ji miletê Îsraêl re, hem jî ji şagirtên Îsa re hatiye dayîn.

 

3 WEK YEHOWA LI JIYANÊ BINÊRIN

“Rêyên min ji rêyên we û ramanên min ji ramanên we ... bilindtir in” (Îşaya 55:9).

Em çawa dikarin nîşan bidin ku jiyan ji bo me biqîmet e?

  • 2. Mûsa 21:22, 23

    Jiyana her kesî ji bo Yehowa muhîm e. Jiberxwekirina zarokan guneh e, çimkî zarokekî ku hê ne hatiye dinyayê jî ji bo Yehowa însanek e.

  • Zebûr 103:8-14; Karên Şandiyan 3:19; Efesî 1:7

    Eger jinekê di dema berê de zarok ji ber xwe kiribe, lê niha poşman bûye, Yehowa wê gunehê wê efû bike.

  • Zebûr 11:5; Waiz 11:9, 10

    Ji ber ku jiyan biqîmet e, gerek em ji sporên bitalûke û ji zordariyê dûr bisekinin. Wekî din, em dîqat dikin ku mal û erebeya me biemniyet bin.

 

4 DINYAYA ÎBLÎS PIR XWÎN RIJANDIYE

“Min dît ku jinik bi xwîna pîrozan û bi xwîna şahîdên Îsa serxweş e” (Peyxam 17:6).

Dinyaya Îblîs çawa xwîn rijandiye?

  • Peyxam 18:2, 4, 9, 24

    Bi milyonan însan seba dîn, siyaset û çavbirçîtiyê hatine kuştin.

  • Metta 24:14; Yûhenna 17:16; Karên Şandiyan 20:26, 27

    Şagirtên Îsa ji aliyê siyasetê ve bêteref dimînin û piştgiriya teşkîlatên ku dibin sebeba şer û kuştinê nakin. Em ji însanan re behsa mizgîna Padîşahiyê dikin ku ew jiyana bêdawî bistînin.