Here Naverokê

Here naverokê

8. Yehowa Dixwaze ku Xizmetkarên Wî Paqij Bin

8. Yehowa Dixwaze ku Xizmetkarên Wî Paqij Bin

1 YEHOWA JI HER ALIYÎ VE PÎROZ E

“Hûn ê jî pîroz bibin, ji ber ku ez pîroz im” (3. Mûsa 11:45).

Em çawa dikarin pîroz bin?

  • 2. Korîntî 6:3, 4, 17, 18

    Ji bo ku em pîroz bin, gerek em di her warê jiyanê de paqij bin. Mesela, gerek bedena me, kincên me û mala me paqij bin. Wekî din, gerek îbadeta me, rabûn û rûniştina me û fikrên me paqij bin.

  • 2. Mûsa 30:17-21; Yêremya 10:12

    Paqijbûn ji bo Yehowa muhîm e.

  • Zebûr 19:8, 9; Metta 15:18, 19; Filîpî 4:8

    Fikir însanan dixin hereketê, loma gerek em her tiştî bikin ku fikrên me paqij bimînin.

 

2 GEREK ÎBADETA ME PAQIJ BE

“Hûn ku taximên Xudan dikişînin, xwe paqij bikin!” (Îşaya 52:11).

Îbadeta me çawa dikare paqij bimîne?

  • 1. Korîntî 10:21; Aqûb 1:27

    Gerek em dev ji urf, adet û hîndariyên ku bi dînê sexte ve girêdayî ne, berdin.

  • 3. Mûsa 11:44; Maleyaxî 3:6

    Yehowa xizmetkarên xwe her tim bi destê qanûn û prensîpan diparêze.

 

3 KIRINÊN XERAB ZERARÊ DIDIN DOSTANIYA ME YA BI YEHOWA RE

“Xwe ji her cûreyê murdariya ruh û bedenê paqij bikin” (2. Korîntî 7:1).

Yehowa dixwaze ku em dev ji kîjan kirinên xerab berdin?

  • Metta 22:39; Karên Şandiyan 17:25; Tîtos 3:1

    Dev ji tiştên ku zerarê didin siheta te yan emrê te kin dikin berde, mesela ji cixareyê, ji serxweşiyê yan ji narkotîkan. Gerek em xwe ji tiştên wisa dûr bigirin ji ber ku em qîmetê didin jiyana xwe û jiyana kesên din û qedrê qanûnên dewletê digirin.

  • Romayî 7:21-25

    Li me çi qas zor be jî ku em dev ji tiştên xerab berdin, em cesareta xwe winda nakin. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin di vê micadeleyê de bi ser bikevin.

 

4 EM DIKARIN DEV JI KIRINÊN XERAB BERDIN

“Ez cefayê didim bedena xwe û wê bindest dikim” (1. Korîntî 9:27).

Çi dikare alî me bike ku em dev ji kirinên xerab berdin?

  • Metta 6:13

    Dua bike ku Xwedê bi destê ruhê pîroz alî te bike ku tu karibî bi xwestekên xerab micadele bikî.

  • 1. Petrûs 4:3, 4

    Ji însan, fîlm yan stranên ku di vê micadeleyê de ji te re dibin asteng, dûr bisekine.

  • Romayî 12:1, 2

    Hazir be ku tu ji kesên din re bibêjî ku tu çima naxwazî hin tiştan bikî, mesela ku tu çima cixareyê nakişînî.