Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 7

Bi Navgîniya Pêxemberan Çi Hatin Ragihandin?

Bi Navgîniya Pêxemberan Çi Hatin Ragihandin?

ÎMANA pêxemberan a bo Xwedê zehf zexim bû. Ew li wehdên wî ewle bûn û jiyana xwe li gor wan domandin. Gelo bi van wehdan çi hatin ragihandin?

Xwedê hema piştî serhildana Adem û Hewayê ya di Baxçeyê Adenê de got ku wî yek peywirdar kiriye; divê wî kesî serê “mar” biperçiqanda, ango “Ejderê mezin ê ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin, ew marê kevin” bi tevahî wê tune bikira (1. Mûsa 3:14, 15; Peyxam 12:9, 12). Xwedê, kî destnîşan kir ku wê Şeytên ji holê rake?

Yehowa Xwedê bi qasî teqrîben 2000 salan piştî ku ev pêxembertiya yekemîn îlan kir, ji Birahîm pêxember re soz da û got, ê ku wê bihata, wê ji nîjada wî bê. Ji wî re wiha got: “Bi navgîniya nîjada [ango dûndan] te, tevahiya miletên li ser rûyê erdê bi misogerî wê bi bereket bibin, çimkî te di vî warî de guh da dengê min” (1. Mûsa 22:18, NWT).

Xwedê Berî Mîladê di sala 1473yan de, der heqê vî “nîjad” î de, bêtir zanyarî da Mûsa pêxember. Mûsa pêxember jî ji lawên Îsraêl re wiha got: “Wê Xwedayê te XUDAN bona te ji nav we, ji birayên te pêxemberekî mîna min, derxîne; tu yê wî guhdarî bikî” (5. Mûsa 18:15). Yê ku wê bihata, wê mîna Mûsa, pêxemberek bûya û wekî wî ji dûndana Birahîm pêxember bihata.

Her wiha ev pêxember wê ji nîjada Padîşah Dawid bihata û mîna wî bibûya padîşaheke mezin. Xwedê ji Padîşah Dawid re ev yek wehd kir: “Ezê nîjada ku ji zûriyeta te derkeve li pey te bisekinînim û ezê qiraltiya [padîşahiya] wî, bizexmînim … û ezê Textê qiraletiya wî abadîn sabît deynim” (2. Samûyêl 7:12, 13). Her wiha Xwedê ragihand ku ev kes wekî “Mîrê Aştiyê” wê bê binavkirin û wiha got: “Ji bo zêdehiya hukimdariya mîrtiyê û aştiyê, li ser textê Dawid û li ser padîşahiya wî wê dawî tune be, da ku bi navgîniya rastiyê û bi mabêna dadperweriyê bê zeximandin û destekkirin, ji niha ve û heta hetayê” (Îşaya 9:6, 7, NWT). Belê, ewê bi rastiyê hukim bajo, ev hukimdarê dadperwer di tevahiya cîhanê de aştî û edaletê wê ji nû ve pêk bîne. Gelo Hukimdarê Sozdayî ango wehdkirî wê kengê bihata?

”Nîjad” ê ku hatina wî hatiye wehdkirin, wê … ji dûndana Birahîm pêxember bihata, bibûya pêxemberekî mîna Mûsa, ji nîjada Dawid pêxember bihata, Piştî Mîladê di sala 29an de, derketa holê, serê mar ango Şeytên biperçiqanda

Paşê milyaket Cibrayîl ji Danîêl pêxember re ev tişt gotin: “Bizanibe û fêm bike ku bona avakirina Orşelîmê û bona anîna rewşa wê ya berê ji derketina emir heta serwerê ku hatiye meshkirin, wê heft hifte û şêst û du hifte hebin” (Danîêl 9:25). Ji ber ku her hefteyek heft salan temsîl dike, 69 hefteyan bi giştî wê 483 sal bikudanda. Vî zemanî Berî Mîladê ji sala 455an, dest pê kir, Piştî Mîladê di sala 29an de, bi dawî bû. a

Gelo Mesîhê ku hatibû ragihandin, ê ku wê bibûya pêxemberekî mîna Mûsa, ango “nîjada” ku ji demeke dirêj ve li bendê hatibû mayîn, bi rastî Piştî Mîladê di sala 29an de, hat? Emê bibînin.

a Her wiha, li zanîna zêde 2 ya li ser rûpela 255an a kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! binêre. Ev kitêb ji aliyê Şahidên Yehowa ve hatiye weşandin.