BEŞ 10
Dijminê Îmanê
DEMEKE dirêj beriya ku Yehowa Xwedê hê dinya neafirandibû, wî li ezmanan milyaket afirandin. Di pêvajoya zemanê bihûrî de, ji van milyaketan yekî çav berda tiştekî ku bi tenê heqê Xwedê bû û xwest ku ji dêla Xwedê ji wî re îbadet bê kirin. Wî bi hewldana mezinkirina vê daxwaza xwe, xwe kir Şeytan ango “Yê dijber”. Gelo Şeytan çawa li hemberî Xwedê bû dijber?
Şeytên bi metodeke hîlebaz Hewa xapand û li dijî Xwedê bêîtaetî bi wê da kirin. Wî îdîa kir ku Yehowa Xwedê bi qedexekirina xwarina ji fêkiyên dareke taybet, Hewayê ji tiştekî qenc mehrûm dike. Wî bi awayekî kustexî Yehowa wek derewkar sûcdar kir û bi van gotinan angaşt kir, ku divê Hewa rêveberiya wî red bike: “Xwedê dizane ku dema hûn ji mêwa wî darî bixwin, wê çavên we vebin û hûnê bi zanîna qencî û xerabiyê ve, bibin mîna Xwedê” (1. Mûsa 3:5). Bi vî awayî Hewa bi derewên Şeytên hat xapandin. Wê emrê Xwedê binpê kir, paşê bandor li Adem jî kir û heman tişt bi wî jî da kirin. Ji wê demê pê ve, Şeytan xwe kir dijminê her kesê ku xwediyê îmana rast e. Û ew heta roja îro jî, bi xapandina bi mirovan berdewam dike. Ew vê yekê çawa dike?
Îmana Sexte Belav Dibe
Şeytan ji bo ku lawên Îsraêl ji rê derxe, pûtperestî û kevneşopên mirovan bi kar anîn. Ji ber ku alimên wan ên olî “di hîndariyên xwe de, emirên mirovan” hîn dikirin, Îsa Mesîh ji wan re gotibû, ku îbadeta wan vala ye (Metta 15:9). Wexta ku vî miletî Îsa Mesîh red kir, Xwedê jî ew red kirin. Îsa ji wan re wiha got: “Padîşahiya Xwedê wê ji we bê standin û ji miletekî wisa re bê dayîn, yê ku berê wî bigihîne” (Metta 21:43). Piştî vê yekê, yên ku Îsa Mesîh şopandin, bûn qewmê Xwedê.
Loma Şeytên hewl da, ku şopînerên Îsa ji rê derxe. Gelo ew serkeftî bû? Îsa Mesîh bi navgîniya mînakeke pêxembertiyê, tiştên ku wê biqewimin ji pêş ve gotin. Di vê mînakê de mirovekî di zeviya xwe de genim çandibû. Paşê dijminek hat û di nav genim de zîwan çand. Destûr hat dayîn ku ew herdu jî heta zemanê çinandinê, mezin bibin. Paşê zîwan ji nav genim hat veqetandin û tunekirin. Lê belê, heçî genim e, ew hat civandin û hat xistin embara xwediyê erdê.
Îsa pêxember pişt re ji şagirtên xwe re eşkere kir ku ev mînak ango mesele, tê çi wateyê. Wî got yê ku tov çandiye, ew bi xwe ye. Û wiha berdewam kir: “Tovê qenc jî zarokên Padîşahiyê ne. Zîwan zarokên ê Xerab in û dijminê ku ew çandiye jî Îblîs e. Dirûn dawiya dinyayê ye û pale jî, milyaket in” (Metta 13:38, 39). Îsa pêxember bi vî awayî şopînerên xwe yên rast şibandin genim. Lê Şeytên paşê di nav van şopînerên Îsa yên rast de, zîwan, yanî şagirtên sexte çandin. Lewre mîna ku Îsa Mesîh ji berê ve ragihandibû, di pêvajoya sedsalên piştî mirina wî de, şagirtên sexte dest pê kir derketin holê. Wan hîndariyên derewîn ên sêyekane ango mîna, ku Xwedê ji sê kesan pêk tê ajotin pêş û belav kirin. Her wiha van şagirtên sexte dest bi pûtperestiyê jî kir û beşdarî siyasetê bûn. Di dawiyê de, bi tenê hindikayiyek biçûk, ji hîndariyên Îsa pêxember re dilsoz ma.
Îmana Rast Winda Nabe
Lê belê, mîna ku Îsa Mesîh eşkere kiribû, vê rewşa hanê, wê heta hetayê berdewam nekira. Milyaketên Xwedê, kesên ku ne xwediyê îmana rast in, wê ji bo tunekirinê veqetandana. Bi vî awayî tespîtkirina yên ku xwediyê îmana rast in, wê hêsantir bibûya. Di dawiyê de dijminê îmanê, ango Şeytan Îblîs jî, wê bê helakkirin. Belê, îmana rast wê herheyî serdestî qezenc bikira!
Gelo em îro çawa dikarin mirovên ku xwediyê îmana rast in, tespît bikin? Beşa ku wê bê, vê mijarê eşkere dike.