Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 9

Em Dikarin Çi ji Mesîh Hîn Bibin

Em Dikarin Çi ji Mesîh Hîn Bibin

XWEDAYÊ me beriya demeke dirêj îlan kiribû ku ew, wê Mesîh ji tevahiya mirovahiyê re wek Rêber tayîn bike. Xwedê dizane ku hewcedariya me bi rêberekî çawa heye û wî ji bo me Rêberê herî qenc hilbijartiye. Gelo wê Mesîh bibûya Rêberekî çawa? Ma ewê bibûya serleşkerekî mezin? An siyasetmedarekî serkeftî? Yan jî fîlozofekî biaqil? Li gor Nivîsarên Pîroz Mesîh wê bibûya pêxemberekî zehf taybet. Ev pêxember Îsa bû (Metta 23:10).

Xwedê, Îsa pêxember bi awayekî kamil û pîroz da welidandin. Îsa bi xwe jî, li dijî hemû hewldanên ku Şeytên ji bo ku wî ji rê derxe serf kirin, têkoşî û kamiltiya xwe parast. Wî, Yehowa Xwedê ji xwe re mînak girt û qudreta xwe tim bi şeklekî bêkêmahî bi kar anî; wî hem bi gotin û hem jî bi tevgerên xwe ve, edalet, hîkmet û hezkirina wî bi awayekî bêqisûr nîşan da. Ka em binêrin, em dikarin çi tiştan ji mînakên ku Îsa Mesîh li paş xwe hiştine, hîn bibin.

Îsa Mesîh bi comerdî ji mirovan re alîkarî kir

Wî qudreta ku Xwedê dabû wî, ji bo ku alîkariya mirovan bike, bi kar anî. Îsa bi dil û can bi mirovan re eleqedar bû û ji bo ku hewcedariyên wan bicih bîne, qudreta xwe bi comerdî bi kar anî. Wî carekê, der heqê ajaweyeke ku ji bo guhdarîkirina gotinên wî, li hev civiyabû wiha gotibû: “Dilê min bi vê elaletê dişewite, çimkî … tiştekî wan tune ku bixwin” (Marqos 8:2). Îsa paşê jî bi navgîniya kerameteke ku pêk anî, ji giştan re xwarin peyda kir.

Îsa Mesîh bajar bi bajar, gund bi gund geriya û rastî hîn kir, wî “hemû êş û nexweşiyên di nav xelkê de qenc [sax] dikirin” (Metta 4:23). Loma jî ajaweyên mezin dest pê kir li pey wî diçûn. “Tevahiya elaletê dixebitî ku destê xwe li wî bide, çimkî hêz ji wî derdiket û hemû qenc dikirin” (Lûqa 6:19). Bi rastî Îsa bi xwe jî gotibû ku ew “nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide” (Metta 20:28). a Gelo îro ji siyasetmedarên rêveber, çend kes ev qas fedakariyê nîşan didin?

Îsa pêxember ji zarokan hez dikir

Wî edaleta Xwedayê me da xuyakirin. Îsa ne tenê bi pêkanîna pêdiviyên Şerîeta Xwedê sekinî, wî pîvanên li paş jî anîn cih. Mîna ku Nivîsarên Pîroz ji berê ve ragihandibûn, ew li gor van gotinan jiya: “Ya Xwedayê min, ji kirina xwestina te ez zewqê digirim û zagona te di kûraniya dilê min de ye” (Zebûr 40:8). Îsa Mesîh ji xwe re Xwedê mînak girt û dewlemend, feqîr, mezin, biçûk, jin û mêr heysiyeta her kesî girt ber çavan, ew li hember wan bi awayekî rêzdar û bêalîgirtin tevgerî. Carekê, şagirtên Îsa hewl dan, dê û bavên ku dixwestin zarokên xwe bînin cem wî, bidin rawestandin. Lê wî got: “Bihêlin, bila zarok bên ba min, pêşiya wan negirin, çimkî Padîşahiya Xwedê ji yên weha re ye” (Marqos 10:14).

Di şexsê wî de, hîkmeta Xwedê dikaribû bê dîtin. Îsa Mesîh mirov qenc nas dikirin. “Wî dizanibû ku çi di dilê mirovan de ye” (Yûhenna 2:25). Dema ku dijminên wî, ji bo desteserkirina wî zilam şandin, heta, wan zilaman jî gotin ku “tu mirov, tu caran mîna vî mirovî nepeyivî ye!” Gelo çavkaniya hîkmeta Îsa Mesîh çi bû? Wî bi xwe wiha şîrove kir: “Hînkirina min ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê” (Yûhenna 7:16, 46).

Îsa yên nexweş bi şewqet sax kirin

Wî hezkirina Xwedayê me nîşan da. Her wiha Îsa pêxember li hember mirovan zehf bi şewqet bû. Mirovekî ku “bedena wî hemû kotî” bû, carekê jê rica kir û got: “Ya Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.” Îsa bi awayekî dilşewat destê xwe dirêj kir, “li wî da û got: ‘Ez dixwezim. Paqij bibe!’ Û di cih de kotîbûn jê çû” (Lûqa 5:12, 13; Marqos 1:41, 42). Îsa Mesîh, bi rastî xwest ku êşa wî mirovê belengaz sivik bike.

Gelo Îsa pêxember bi we jî eleqedar dibe? Ew bi xwe wiha dibêje: “Werin ba min ey hemûyên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we. Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn bibin, çimkî ez nerm û ji dil nefsbiçûk im û hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin” (Metta 11:28, 29).

Îsa pêxember ji bo me, Rêberê herî qenc e. Ew vê bangê li yên ku wî dişopînin dike: “Ji min hîn bibin.” Ma em vê vexwendina wî ya germ qebûl dikin? Eger em vê yekê bikin, emê bextewar bibin.

a Ji bo zanyariyeke berfirehtir a der heqê fîdyeyê de, li dersa 27an a kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! binêre.