Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 2

Îmana Rast Çi ye?

Îmana Rast Çi ye?

Mîna pere, îman jî eger bi tenê ku rast be, bi nirx e

LÊXWEDÎBÛNA îmana rast bi tenê ne baweriya bi hebûna Xwedê ye. Di cîhanê de bi milyonan mirov hene ku bi Xwedê bawer dikin, lê ew bi zanîn tiştên xerab dikin. “Îmaneke” wiha dişibe pereyê sexte. Ew ji aliyê derve wekî rast xuya dike, lê belê di esasê xwe de tu nirxeke wî tune. Nexwe îmana rast çi ye?

Îmana rast xwe dispêre zanyariya tam a der heqê Nivîsarên Pîroz de. Ev nivîsarên ku hatine îlhamkirin, ji me re rastiya der barê Xwedê de radigihînin û derfeta ku em WÎ ji nêzîk ve nas bikin peyda dikin. Qanûn, armanc û rastiyên ku ew radigihîne, eşkere dikin. Ji van rastiyan hinek ev in:

  • Xwedayê me yê ku Karîndarê her tiştî ye, yek e. Tu afirîdek bi wî re ne yek e.

  • Îsa Mesîh, pêxember e. Ew ne Xwedê ye.

  • Xwedê her cureyê pûtperestiyê mehkûm dike.

  • Roja Hukim li benda mirovan e.

  • Bi milyonan mirovên ku mirine, wê di cenetê de bêne rakirin.

Îmana rast di me de daxwaza kirina karên qenc hişyar dike. Karên wiha Xwedayê me bi rûmet dikin, her wiha hem ji me û hem jî ji kesên din re bikêr in. Ji van karên qenc hinek ev in:

  • Îbadeta ji Xwedê re.

  • Sifetên ku li xweşa Xwedê diçin, beriya her tiştî pêşvebirina hezkirinê ne.

  • Redkirina fikir û daxwazên xerab.

  • Li gel tengahiyan parastina îmana xwe.

  • Bi kesên din nasandina Xwedê.

Îmana rast karên qenc pêk tîne

Em Çawa Dikarin Îmana Rast bi Dest Bixin?

Îman, eger mîna miskul bê şixulandin bi qewet dibe

Bi duayê alîkariyê ji Xwedê bixwazin. Mûsa pêxember ji Xwedê re wiha dua kir: “Ji kerema xwe riyên xwe bi min bide zanîn, da ez te binasim, da ku di çavên te de keremê bibînim.” a Xwedê duaya wî bihîst û bersivand. Mûsa pêxember bi vê yekê der heqê îmanê de bû yekî ku dikare mînak bê girtin. Xwedê dikare di warê bidestxistina îmana rast de, ji we re jî alîkariyê bike.

Ji bo lêkolîna der heqê Nivîsarên Pîroz de, demê veqetînin. Nivîsarên Pîroz ên ku ji Tewrat, Zebûr û Încîlê pêk tên, bi îlhama Xwedê hatine nivîsîn û di cîhanê de di asta herî berfireh de hatine wergerandin û belavkirin û di Kitêba Pîroz de cih digirin. Gelo ji vê kitêbê yek li ba we jî heye?

Şîretên ku di Nivîsarên Pîroz de tên dîtin, di jiyana xwe ya rojane de pêk bînin. Îman eger mîna miskul bê şixulandin bi qewet dibe, ango mirov ku li gor îmana xwe bijî îman zexim dibe. Ji ber ku eger hûn li gor şîretên Xwedê bijîn, dikarin bibînin ku ew ji bo berjewendiya we ne. Bi rastî jî şîretên ku di Nivîsarên Pîroz de tên dîtin, ji gelek mirovan re alîkarî kirine ku ew jiyana xwe serrast bikin. Niha em ji van kesan hinan bibînin.

a 2. Mûsa 33:13 (NWT).