Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 12

Îmana Xwe Nîşan Bidin!

Îmana Xwe Nîşan Bidin!

XWEDAYÊ me dibêje ku xizmetkarên wî, wê rastî rewşên ku îmana wan bê ceribandin bên û me hişyar dike. Ew di Gotina xwe de wiha dibêje: “Li ser hişê xwe bin û hişyar bin. Neyarê we Îblîs wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne” (1. Petrûs 5:8). Gelo Îblîs Şeytan ji bo ku îmana we hilweşîne, serî li kîjan metodan dide?

Ji ber ku hûn Nivîsarên Pîroz dixwînin, kesek li hemberî we derket?

Şeytan bi navgîniya bikaranîna mirovan, heta, ya maliyên we dikare zorê bide we, da ku hûn dev ji xwendina Nivîsarên Pîroz berdin. Loma Îsa pêxember jî gotibû ku “dijminê mirov wê maliyên mala wî bi xwe bin” (Metta 10:36). Dibe ku endamên malbata we û hevalên we, rastiyên muhteşem ên ku di Nivîsarên Pîroz de hene nezanin. Belkî, ji ber ku ew qenciya we dixwazin, an jî ji tiştên ku kesên din dibêjin ditirsin, dikarin li dijî we derkevin. Lê Kitêba Pîroz wiha dibêje: “Ji mirovan tirsîn, dafik e, lê belê yên ku bi XUDAN ewle ne, wê di ewlekariyê de bin” (Methelokên Silêman 29:25). Gelo hûn eger bi tenê ji bo ku mirovan memnûn bikin dev ji lêkolîna Nivîsarên Pîroz berdin, ev yek li xweşa Xwedayê me diçe? Helbet, na! Lê belê, ji aliyê din ve eger em îmana rast nîşan bidin, Xwedê wê ji me re bibe destek. “Em ne ji wan in ên ku xwe bi şûnve dikişînin û helak dibin; lê em ji wan in ên ku ji bo rizgariya canê xwe bawer dikin” (Îbranî 10:39).

Carekê li ser Dumasê ku di beşa sêyemîn de behsa wî tê kirin, bifikirin. Hevsera wî pêşî ji rûyê îmana wî, tinazên xwe bi wî kiribû; lê belê paşê bi wî re dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kiribû. Eger hûn jî bi heman awayî bi kirina ya rast berdewam bikin, heval û lêzimên we dikarin ji vê yekê bandorê wergirin û rastiyên ku hûn hîn bûne, bipejirînin. Gelek kesên ku xwediyê îmana rast in, dikarin bi saya domandina “jiyanek … hurmetkar û şîrhelal” endamên malbata xwe, yên ku di destpêkê de, li dijî wan derdikevin “bê gotin” qezenc bikin (1. Petrûs 3:1, 2).

Ji metodên ku Şeytan serî lê dide yek jî ew e, ku bi mirovan bide fikirîn, da ku bêjin ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz zemanê me tune. Her wiha Şeytan ji bo ku îmana we “bêber” be, hewl dide ku bi mabêna xemên şexsî, rewşa aborî û xemên din ên jiyanê “Peyvê bifetisîne” (Marqos 4:19). Lê belê, divê mirov nekeve bin bandora xemên niha. Nivîsarên Pîroz wiha dibêjin: “Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew bizanin tu bi tenê Xwedayê rast î, te û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikin” (Yûhenna 17:3). Belê, ji bo standina jiyana herheyî, ya di cenetê de, divê bi misogerî der heqê Xwedayê me û Îsa Mesîh de, bi berdewamî zanyarî bê standin.

Bi navgîniya duayê alîkariyê ji Xwedê bixwazin

Bo mînak, em li ser Mûsa pêxember bifikirin. Ew di qesra padîşahiyê ya padîşahên Misrê de mezin bûbû û endamekî wê bû. Eger wî bixwesta, dikaribû li pey serwet, şan, şohret an jî qudretê bibeziya. Lê “ji dêla ku ew demekê kêfa guneh bike, wî bi gelê Xwedê re cefakişandin bijart”. Gelo wî çawa karibû vê yekê bike? Wî “wek yê ku nayê dîtin dîtibe, tengahî ragirt” (Îbranî 11:24, 25, 27). Belê, îmana Mûsa pêxember a bi Xwedê pir zexim bû. Wî di heyata xwe de, ji dêla tiştên şexsî, tim cih da îradeya Xwedê. Xwedê jî ew destek kir û bi zehfî bereket da wî. Eger em Mûsa pêxember ji xwe re mînak bigirin, Xwedê wê ji bo me jî heman tiştî bike.

Şeytan dikare me bi riyên cûr be cûr bixe kemînê. Lê belê em dikarin li hember wî bi ser bikevin. Gotina Xwedê dibêje ku “li hember Îblîs bisekinin, ewê ji we bireve” (Aqûb 4:7). Nexwe em çawa dikarin li hember Şeytan li ber xwe bidin?

Dev ji lêkolîna der heqê Nivîsarên Pîroz de, bernedin. Her roj ji Gotina Xwedê ango Kitêba Pîroz bixwînin. Li ser rastiyên ku ew radigihîne lêkolînê bikin. Şîretên wê pêk bînin. Eger hûn van tiştan bikin, dikarin ji bo ku li dijî êrîşên Şeytan li ber xwe bidin “hemû çekên Xwedê bistînin” (Efesî 6:13).

Bi mirovên ku xwediyê îmana rast in re, têkiliyan deynin. Nivîsarên Pîroz bixwînin, li wan bikolin û hewl bidin da hûn kesên ku wan pêk tînin bibînin. Ew “ji bo hezkirin û kirinên qenc … hê zêdetir cesaretê didin hevdû.” Kesên wiha ji me re alîkariyê dikin, ku em bikarin îmana xwe hêzdartir bikin (Îbranî 10:24, 25).

Bi kesên ku xwediyê îmana rast in re, têkiliyan deynin

Nêzîkî Yehowa Xwedê bibin. Bi navgîniya duakirinê alîkariyê ji Yehowa bixwazin û li wî ewle bibin. Divê em ji bîr nekin ku Xwedê dixwaze ji me re alîkariyê bike. “Hemû xemên xwe bavêjin ser wî, çimkî ew xema we dixwe” (1. Petrûs 5:6, 7). “Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin. Lê belê, ji bo ku hûn bikarin ragirin, wê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne” (1. Korîntî 10:13).

Şeytan bi îdîaya kustax a ku di tengahiyan de, tu kes nikare ji Yehowa Xwedê re dilsoz bimîne, ji wî re meydanê dixwaze. Lê em xwediyê fersendekê ne ku dikarin îsbat bikin, Şeytan derewkar e. Xwedê vê bangê li me hemûyan dike: “Bi zanyarî [hîkmet] bike ku bila dilê min kêfxweş bibe, da ku ez bersîvê bidim ê ku min dişermîne” (Methelokên Silêman 27:11). Loma, divê em bi biryarî nîşan bidin ku îmana rast e!