Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 1

Xwedê bi Me Eleqedar Dibe?

Xwedê bi Me Eleqedar Dibe?

ÎRO dinya bi pirsgirêkan ve tije ye. Şer, felaketên xwezayî, nexweşî, neheqî, feqîrî û pirsgirêkên din bandorê li milyonan mirovan dikin. Dibe ku hûn jî her roj bi xeman ve di têkoşînê de bin. Gelo kî dikare ji we re alîkariyê bike? Gelo bi rastî yekî ku bi me eleqedar be heye?

Hezkirina Xwedê ya ji bo me ji ya dayikekê, ya bo dergûşa xwe mezintir e

Em dikarin bi rastî ewle bibin ku Xwedê bi me eleqedar dibe. Ew bi xwe di Gotina xwe ya Pîroz de, wiha dibêje: “Ma pîrek dikare ku lawê xwe yî bimemik ve ji bîr bike ku dilê wê bi xwe li zarokê rehma wê neşewite? Belê, ew dikarin ji bîr bikin, lê belê ez te ji bîr nakim!” a

Gelo zanîna vê yekê ne xemrevîn e? Belê, heta hezkirina Xwedê ji şewqeta dayikê, ya ku ji hîsên mirovî yên herî hêzdar e jî, mezintir e. Ew tu caran terka me nade! Bi rastî ji niha ve jî ji me re gelek alîkarî kiriye. Gelo çawa? Di jiyanê de sira bextewariyê ji me re nîşan dide. Ev sir, îmana rast e.

Lêxwedîbûna îmana rast me bextewar dike. Îmaneke wiha ji ber gelek pirsgirêkan sist nabe, lê belê ji bo têkoşîna bi pirsgirêkan re jî ji me re alîkariyê dike. Her wiha me nêzîkî Xwedê dike, ev yek jî hizûrê dide me. Pêşerojeke muhteşem li benda yên ku li îmaneke rast xwedîne, heye: Di cenetê de jiyana herheyî!

Gelo îmana rast çi ye? Û em çawa dikarin wê bi dest bixin?

a Ji Nivîsarên Pîroz binêre Îşaya 49:15an.