Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 4

Xwedayê Me Xwe bi Me Dide Nasîn

Xwedayê Me Xwe bi Me Dide Nasîn

MIROV ji gelek îlahan re îbadetê dikin. Lê belê, Nivîsarên Pîroz dibêjin ku bi tenê yek Xwedayekî Rast heye. Ew bêhempa ye, berzê berzan e û yê ku herheyî ye ew e. Tevahiya tiştên li ezmên û erdê wî afirandine. Yê ku heyat daye me ew e. Loma bi tenê ew hêjayî îbadetê ye.

Şerîeta ku bi navgîniya Mûsa pêxember hatiye dayîn “peyva [ku] … bi rêberiya milyaketan hatiye gotin” e

Ji bo wî îfadeyên wekî Xwedê, Afirandêr, Reb û hwd. dikarin bên bikaranîn. Lê, li gel vê yekê navekî taybet ê ku wî ji xwe re hilbijartiye heye. Ev nav YEHOWA ye. Wî Navê xwe ji Mûsa pêxember re wiha gotibû: ”Divê tu ji Lawên Îsraêl re wiha bibêjî: ‘Yehowa, Xwedayê pederşahên we, Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb, ez ji we re şandime.’ Herheyî Navê min ev e û ji nifşan heta nifşan Navê min ê bîranînê ev e” (2. Mûsa 3:15, NWT). Navê “Yehowa” di Nivîsarên Pîroz de li dora 7.000 caran derbas dibe. Mesela di Zebûr 83:18an de, wiha hatiye nivîsîn: “Da ku bê zanîn Navê te Yehowa ye, bi tenê tu li ser tevahiya rûyê erdê yê herî bilind î” (NWT).

Ji destnivîsarên herî kevin ên ku wekî Tomara Gola Lût têne nasîn û Navê “Yehowa” tê de derbas dibe, ayetek

Tu kesekî Xwedê nedîtiye. Wî ji Mûsa pêxember re wiha gotibû: “Tu nikarî wecê min bibînî; ji ber ku mirov min bibîne, nikare bijî” (2. Mûsa 33:20). Xwedê li ezmanan e û li ber çavan nedîtbar e. Çêkirina pût, wêne yan jî sembolekî din ê ku wî temsîl bike û li ber wan duakirin ne cayîz e. Yehowa Xwedê bi navgîniya Mûsa pêxember ev emir daye: “Tuyê bona xwe senemê qewartî û tu wêne yên li ezmanan e yan jî li jêr, li erdê ne, yan jî di bin erdê de, di avê de ne, qet çê neke û ji wan re xwar nebe û perestinê ji wan re neke; ji ber ku ez Xwedayê te XUDAN [Yehowa] ez Xwedayek ûsa çavnebar im” (2. Mûsa 20:2-5). Pişt re wî bi destê Îşaya pêxember wiha gotiye: “Ez Yehowa me. Ev Navê min e; û ezê berzahiya xwe nedim tu kesî, ne jî pesnê xwe bidim pûtên qewartî” (Îşaya 42:8, NWT).

Her çend hin kes bi Xwedê bawer bikin jî, difikirin ku naskirin, an li wî nêzîkbûn nepêkan e. Ew ji dêla ku ji wî hez bikin, bêtir jê ditirsin. Hûn çawa difikirin? Gelo Xwedê wekî ferdekî bi we eleqedar dibe? Mimkun e ku hûn wî bi rastî nas bikin, heta, nêzîkî wî bibin? Niha em binêrin ka Nivîsarên Pîroz der heqê sifetên Xwedayê me de çi dibêjin?