Here Naverokê

Here naverokê

QISIM 2

Çima em xwe Şahidên Yehowa bi nav dikin?

Çima em xwe Şahidên Yehowa bi nav dikin?

Nûh

Îbrahîm û Sara

Mûsa

Îsa Mesîh

Gelek kes difikirin ku teşkîlata Şahidên Yehowa dînekî nû ye. Feqet qûlên Xwedê yên sadiq ji zemanekî bêtirî 2.700 salan ve ye, ku wekî “şahidên” wî tên bi navkirin (Îşaya 43:10-12). Em heta sala 1931-ê, wekî Tetkîkkarên Kitêba Pîroz dihatin nasîn. Eceba me ji bo çi xwe Şahidên Yehowa bi nav kir?

Navê me Xwedayê me dide nasîn. Navê Xwedê di metnên Kitêba Pîroz ên kevn de, bi hezaran caran Yehowa derbas dibe. Çi heyf ku îro di gelek tercûmeyên Kitêba Pîroz de, ev nav hatiye derxistin. Di şûna vî navî de sifatên wekî “Reb” an “Xudan” hatiye şixulandin. Feqet Xwedê di heqê navê xwe de ji Mûsa pêxamber re gotibû ku navê wî Yehowa ye. Wekî din jî, WÎ gotibû: “Abadîn navê min ev e” (2. Mûsa 3:15). Bi vî şikilî wî xwe ji temamiya xwedayên sexte cihê kir. Em Şahidên Yehowa jî pirr serbilind in ku me navê wî girtiye.

Navê me wezîfeya me îfade dike. Zemanê berê gelek kesên sadiq îmana xwe ya bi Yehowa aşkere dabûn bihîstin. Wan ji Habîlê ku însanekî rast bû dest pê kir, heta niha di heqê WÎ de şahidî kir. Her ku bi sedsalan wext derbas bûn Nûh, Îbrahîm, Sara, Mûsa, Dawûd û kesên din jî, di nav vî ewrê şahidan de cih girt (Îbranî 11:4–12:1). Mesela kesekî bi edalet dixwaze ku di mehkemeyê de ji bo aliyê bêsûc şahidiyê bike. Em jî wisa bi qirar in ku rastiya di heqê Xwedayê xwe de, ji însanan re bibêjin û ji bo WÎ şahidiyê bikin.

Em ji xwe re Îsa pêxamber emsal digirin. Kitêba Pîroz, Îsa Mesîh wekî “şahidê rastîn û dilsoz” bi nav dike (Peyxam 3:14). Îsa bi xwe got ku wî navê Xwedê îlan kiriye û ji heqîqetê re şahidî kiriye (Yûhenna 17:26; 18:37). Loma taqîbkarên Îsa Mesîh, ên heqîqî gerek navê Yehowa bigirin û vî navî bidin bihîstin. Em Şahidên Yehowa jî, dixebitin ku vê yekê bikin.

  • Tetkîkkarên Kitêba Pîroz çima xwe Şahidên Yehowa bi nav kir?

  • Ji kîjan wextê ve li ser rûyê erdê Şahidên Yehowa hene?

  • Ji Şahidên Yehowa yê herî mezin kî ye?