Here Naverokê

Here naverokê

Eceba hûn dixwazin îradeya Yehowa Xweda weynin cih?

Eceba hûn dixwazin îradeya Yehowa Xweda weynin cih?

Em ji we re teşekur dikin ku we zemanê xwe veqetand û ev broşûr tetkîk kir. We bi vî şikilî hem em ji nêzîk ve nas kirin û hem jî di heqê fealiyetên me û teşkîlata me de malûmat girtin. Arzûya me ew e ku ev tiştên hûn elimîne, ji we re yardim bikin. Bi vî şikilî hûn dikarin me wekî kesên ku îradeya Yehowa Xweda tînin cih, nas bikin. Wekî din jî, xwestina me ew e ku hûn di heqê Xwedê de, hê zêdetir malûmatan bistînin. Em umîd dikin ku hûn van tiştên elimîne, bi aîle û hevalên xwe re jî, parve bikin. Hûn dikarin tim di îbadetên me de, bi me re li hev top bibin (Îbranî 10:23-25).

Her ku hûn Yehowa Xweda ji nêzîk ve nas bikin, hûnê zêdetir fam bikin ku ew çiqas pirr ji we hez dike. Di netîceya vê yekê de jî, hûnê hezkirina xwe ji wî re nîşan bidin û çi ku ji destê we were, hûnê bikin (1. Yûhenna 4:8-10, 19). Eceba hûn çawa dikarin di heyata xwe de nîşan bidin ku hûn ji Xwedê hez dikin? Çima ji bo we rind e ku hûn ji aliyê exlaq ve, li gor standardên Wî heyata xwe dewam bikin? Çi ji we re yardim dike ku hûn arzû bikin, bi me re îradeya Xwedê weynin cih? Şahidê Yehowa, yê ku bi we re Kitêba Pîroz tetkîk dike, ew dikare ji we re yardim bike. Bi vî şikilî hûnê cewaba van pirsan bielimin. Êdî hûn bi aîleya xwe re dikarin vê dawetê bistînin: “Xwe di hezkirina Xwedê de mihafize bikin ... bi mexseda ji bo heyata ebedî” (Cihûda 21, WDN).

Umîdê me ew e ku hûn di riya heqîqetê de dewam bikin û bi pêş bikevin. Ji bo vê yekê, em ji we re tewsiye dikin ku hûn vê weşana ku li jêr hatiye dayîn, tetkîk bikin.