MIROVAN BIKE ŞAGIRT
DERS 12
Dilxurt Be
Prensîp: “Bêhna xweş û buxur dil kêfxweş dike û şîreta ku heval bide, ji mirov re şêrîn tê” (Methelokên Silêman 27:9).
Îsa Mesîh Çi Kir?
1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Marqos 10:17-22 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:
Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?
2. Rast e, gerek em hezkirinê nîşanî xwendekarê xwe bidin, dîsa jî gerek em bi duristî jê re bibêjin ku çi ji wî re lazim e ku ew bibe dostê Yehowa.
Wek Îsa Mesîh Bike
3. Alî xwendekarê xwe bike ku ew ji xwe re hedefan deyne û bigihîje wan.
-
Li her dersa kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! qismê “Hedef” bi kar bîne.
-
Nîşanî xwendekarê xwe bike ku ew çawa dikare bigihîje hedefên biçûk û mezin jî.
4. Pê derxe ku li ber pêşveçûna xwendekarê te çi asteng hene, û alî wî bike ku ew bi ser bikeve.
-
-
“Eger xwendekarê min ber bi vaftîzbûnê ve naçe, sebeb çi ye?”
-
“Ez çawa dikarim alî wî bikim?”
-
-
Ji Yehowa dilxurtiyê bixwaze ku tu bi xwendekar re li ser problema wî bi hezkirin û duristî xeber bidî.
5. Eger xwendekar bi pêş ve neçe, dev ji kursê berde.
-
Bi xêra van pirsan pê derxe ka xwendekar bi pêş ve diçe yan na:
-
“Gelo xwendekarê min tiştên ku hîn dibe di jiyana xwe de bi kar tîne?”
-
“Gelo ew diçe civînan û bi kesên din re li ser rastiyê xeber dide?”
-
“Piştî demeke dirêj ku ew Kitêba Pîroz lêkolîn dike, gelo ew dixwaze bibe Şahidê Yehowa?”
-
-
Eger xwendekar naxwaze bi pêş ve here:
-
Bila ew li ser vê bifikire ku çi rê li ber pêşveçûna wî digire.
-
Bi nermî ji wî re şîrove bike ku tu çima dev ji kursê berdidî.
-
Jê re bibêje, eger ew dîsa bixwaze kursê dewam bike ji bo vê gerek ew çi bike.
-
LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE
Zeb. 141:5; Mtl. 25:12; 27:6; 1. Kor. 9:26; Kol. 4:5, 6