DEST BI SOHBETÊ BIKE
DERS 3
Dilovan Be
Prensîp: “Hezkirin … dilovan e” (1. Korîntî 13:4, KP).
Îsa Mesîh Çi Kir?
1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Yûhena 9:1-7 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:
-
Îsa Mesîh pêşî çi kir: zilamê kor qenc kir yan bi wî re li ser mizgînê xeber da? (Li Yûhena 9:35-38 binêre).
Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?
2. Eger kesê din bibîne ku em jê re nazik û dilovan in, ewê bi îhtimaleke mezin guh bide mizgînê.
Wek Îsa Mesîh Bike
3. Ji halê kesê din fehm bike.
-
Ji xwe bipirse: “Gelo xemên wî çi ne? Gelo ez dikarim ji bo xêra wî çi bikim?” Ev yek wê alî te bike ku tu dilovaniya xwe nîşanî wî bidî.
-
Ji bo ku ew hîs bike ku tu qedrê wî digirî, rind guh bide wî. Eger ew ji te re behsa tiştekî yan problemeke xwe bike, mijarê neguherîne.
4. Bi nazikî û bi hurmet xeber bide. Gava tu ji mirovekî re nazik bî û bi rastî bixwazî alî wî bikî, ev yek wê ji xeberdana te bê dîtin. Hay ji vê hebe ku tu çi dibêjî û çawa dibêjî, û gotinên ku dikarin dilê wî biêşînin, nebêje.
5. Destekê bide. Bifikire ku tu çawa dikarî destekê bidî wî. Gava em ji kesekî re qenciyê bikin, belkî ewê bixwaze bi me re sohbetê bike.
LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE
Rom. 12:15, 16; Gal. 6:10; Îbr. 13:16