Here Naverokê

Here naverokê

DEST BI SOHBETÊ BIKE

DERS 5

Bi Hurmet Xeber Bide

Bi Hurmet Xeber Bide

Prensîp: “Bila gotina we … her tim bi xêrê be” (Kolosî 4:6, KP).

Pawlos Çi Kir?

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Karên Şandiyan 17:22, 23 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1.    Pawlos li ser pûtperestiya li Atînayê çi difikirî? (Li Karên Şandiyan 17:16 binêre).

  2.   Pawlos xelkê Atînayê rexne nekir. Wî çawa li ser esasê baweriya wan xebera xêrê bi hurmet da wan?

Em Dikarin ji Pawlos Çi Bielimin?

2. Eger em rind bala xwe bidin ku em çi dibêjin, û vê yekê kengê û çawa dibêjin, mirov wê hê zêde bixwazin guh bidin me.

Wek Pawlos Bike

3. Berî ku tu tiştekî bibêjî rind bifikire. Mesela, gava em tevî kesekî ku Kitêba Pîroz nas nake sohbetê dikin, gerek em rind bifikirin ku çawa li ser Kitêba Pîroz an li ser Îsa Mesîh xeber bidin.

4. Her gotina wî kesî serrast neke. Îznê bide ku ew a dilê xwe bi rihetî bibêje. Eger ew tiştekî li dijî Kitêba Pîroz bibêje, û em bixwazin wî serrast bikin, gerek em xwe bigirin (Aqûb 1:19). Gava em baş guhdariya wî bikin, emê fehm bikin ku ew çima wisa difikire (Mtl. 20:5).

5. Gotinên wî yên rast qebûl bike û pesnê wî bide. Ev kes belkî ji dil bawer dike ku baweriya wî rast e. Pêşî li ser tiştekî ku hûn wek hev difikirin sohbet bikin, û paşê hûn dikarin gav bi gav li ser rastiyên Kitêba Pîroz bisekinin.

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Mtl. 25:15; 2. Tîm. 2:23-26; 1. Ptr. 3:15