Here Naverokê

Here naverokê

DEST BI SOHBETÊ BIKE

DERS 6

Bêtirs Be

Bêtirs Be

Prensîp: “Me ji Xwedayê xwe cesaret stand ku em … Mizgîniya Xwedê ji we re bêjin” (1. Selanîkî 2:2).

Îsa Mesîh Çi Kir?

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Lûqa 19:1-7 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1.    Gelo çima hin kesan ji Zexayos hez nedikir?

  2.   Çima Îsa xwe dûrî wî negirt û li ser mizgînê bi wî re xeber da?

Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?

2. Ji me re wêrekî lazim e ku ferq û cudahiyê nexin di nav mirovan de û mizgînê bidin her kesî.

Wek Îsa Mesîh Bike

3. Xwe bispêre Yehowa. Yehowa ruhê pîroz da Îsa ku ew mizgînê belav bike. Û ew dikare qewetê bide me jî (Met. 10:19, 20; Lûqa 4:18). Eger em bitirsin ku mizgînê belav bikin, em dikarin ji Yehowa re dua bikin ku ew cesaretê bide me (Kar. 4:29).

4. Mizgînê bê pêşhukim belav bike. Mesela, ji ber kinc, şekil û şemala mirovan, halê wan ê madî, şeklê jiyana wan yan ji ber dîn û baweriya wan, belkî em naxwazin mizgîne bidin wan. Lê ji bîr neke:

  1.    Em nizanin ku di dilê mirovan de çi heye, vê yekê tenê Yehowa û Îsa dizanin.

  2.   Yehowa dikare ji her kesî re dilrehmiyê nîşan bide.

5. Biqedir be û hay ji xwe hebe (Met. 10:16). Nekeve minaqeşeyê. Eger kesek naxwaze guh bide me yan jî em xwe di talûkeyê de hîs dikin, sohbeta xwe bi nazikî xelas bikin û ji wir herin (Mtl. 17:14).

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Kar. 4:31; Ef. 6:19, 20; 2. Tîm. 1:7